Hem kujer, hem tecawizkar û hem jî serbest e 2017-07-20 09:47:05 AMED - Kesê bi navê Îrfan Uçar li Bîsmîlê tecawizê zarokeke keç kir û du kes jî kuştin, bi gotina "Derûniya wî ne baş e" rakirin nexweşxaneyê, li vir gotin "Derûniya wî baş e" raporek danê û serbest berdan. Uçar ê gelek êrîşên zayndî pêk aniye, ji xwe re digere, lê gelê taxê di nava tirs û fikaran de ye. Hat diyarkirin ku zaroka 12 salî ji Mêrdînê ji bo di demsala havînê de li gel dayika xwe bixebite, hat navçeya Bîsmîsê ya Amedê. Zaroka 12 salî li Bîsmîlê bi îstismara zayendî ya Îrfan Uçar (35) re rû bi rû ma. Derket holê ku Uçar di heman demê de dayika zaroka 12 salî û bavê xwe jî kuştiye. DAYIK KUŞT, TECAWIZÊ ZAROKÊ KIR Li gorî agahiyên ku şêniyên taxa Tepeyê ya êrîşa zayendî pêk hatiye, di sala 2003'yan de Uçar dayik û zaroka wê revndiye, piştî dayik wê qetil kiriye, tecawizê zaroka wê kiriye. PIŞTÎ 3 MEHAN SERBEST BERDAN Der barê zaroka rastî îstismarê hat de agahî nayê girtin, piştî bûyer li navçeyê hat bihîstin, Uçar hat girtin. Di girtîgehê de bi hinceta "Derûniya wî ne baş e" Uçar sewqî Nexweşxaneya Ruhî û Aqil a Xarpêtê kirin, di demeke kurt de rapora "Derûniya wî baş e" danê û serbest berdan. Uçar tenê 3 mehan girtî ma. 14 SALAN ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ PÊK ANÎ Şêniyên taxê destnîşan kir ku di navbera 2003 û û 2017'an de, Uçar gelek caran êrîşên zayendî pêk aniye. Îrfan Uçar ê îşkence li ferdên malbata xwe jî kiriye, bavê wî ji bo giliyê wî bike serî li Qereqol Cendirmeyan a Tepeyê daye, lê der barê Îrfan Uçar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. BAVÊ XWE JÎ KUŞT Hat gotin ku roja Yekşemê ji ber ku bavê Uçar giliyê wî kiriye, bavê xwe jî kuştiye. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku Uçar her dem gef li bavê xwe dixwar û ev tişt hat gotin: "Dema derî venedikir, digot ku 'An tuyê derî vekî, an jî ez dê qirika te jê kim' û gef li malbatê dixwar." Li gorî agahiyan dayik û xwişka wî jî ji ber şideta Uçar ji navçeyê revîne û çûne bajarekî din. Şêniyên taxê îdia kirin ku Uçar piştî serbest hatiye berdan, li zeviyên garis xwe vedişêre. Şêniyên taxê ji ber ewlehiya canê xwe di nava fikaran de ne.