Ozkan: Piştî Qatarê dê Tirkiye bê cezakirin 2017-07-20 09:50:10 STENBOL - Rojnameger û nivîskar Îslam Ozkan, diyar kir ku krîza Korfezê (Kendavê) ji aliyê DYA ve hatibû plankirin û wiha got: "Erdebîstana Siûdî Emiriyên Yekbûyî yên Ereb û Misir bi destê DYA Qatar ceza kirin. DYA dê bi destê muslimanên bira Tirkiye jî ceza bike." Krîza Kendavê ya dîplomatîk û aborî ku li dijî Qatarê hat destpêkirin her ku diçe kûr dibe. 7 welatên ereb ên Erebîstana Siûdî, Misir, Emîriyên Yekbûyî yên Ereb, Bahreyn, Libya, Maldîvler û Yemenê hemû têkiliyên dîplomatîk û aborî ji ser Qatarê qut kirin. Ambargoya aborî û dîplomatîk didome. Qirîza di navbera DYA û Qatarê de ya bi ambargoyê dest pê kir ji bo bê çareserkirin danezana hevpar a “Der barê fînansmana terorizmê de" hat îmzekirin. Têkildarî geşedanên di n avbera DYA û Qatarê û bandora wan a li ser Tirkiye nivîskar û rojnameger Îslam Ozkan, nirxandin kir. Ozkan, anî ziman ku ger krîza Qatarê ya DYA bi destê Erdebîstana Siûdî Emiriyên Yekbûyî yên Ereb û Misirê hat destpêkirin bi encam bibe; dê vê carê DYA bi destê muslimanên bira Tirkiye jî ceza bike. Qeyrana Kendavê ne qeyranek di navbera DYA û Qatarê de ye. Qeyrana Qatarê bi îmzekirina danezana di navbera DYA û Qatarê de bi dawî nabe. DYA bi yek alî peyman îmze kiriye. Milên cuda yên bûyerê heye. Milê yekemîn DYA hem raste rast û hem jî bi rêbazên cuda bi rêxistinên terorê re dinava têkiliyê de ye. Ji ber vê yekê peymana bi Qatarê re balkêş e." Ozkan, anî ziman ku peymen krîzê bi dawî nake û wiha got: "Ev peyman armanc nake ku krîzê bi dawî bike. Ev peyman ne peymana li ser rêxistinên terorê ye. Ev peyman ji Kuveyt Emîrên Ereb û Erebîstana Siûdî serbixweye. Hêj hûrguliyên peymanê ne diyar in. DYA naxwaze krîz bi dawî bibe. Ji ber ku çiqas krîz bi dome kêrî DYA tê. Piştî krîz pêk hat DYA bi 12 milyar dolaran peymana çekan îmze kir. Ozkan, destnîşan kir ku DYA bi qeyrana Kendavê dixwaze welatên ku nêzî Îranê dibin dîsa wan nêzî Îsraîlê bike û bi vê peymanê dixwaze Qetarê bike mohtacê xwe. Ji bo ambargo pêdivî bi tu sedemê tune ye. DYA bi riya mislimanên bira dixwaze Tirkiye jî ceza bike. Li Tirkiye weşanên televîzyonan ên girêdayî muslimanên bira hene. Tirkiye vekirî piştiriyê dide wan. Di cîhana Îslamê de mislimanên bire ewil Tirkiye tê aqilan. Ger ku di mislimanên bira di krîta Qatarê de bi ser bikevin dê dest dirêjî Tirkiye jî bike. DYA dê bi destê mislimanên bira Tirkiye jî ceza bike Sadiye Eser / Sadık Topaloglu - dihaber