Şopa şerê 11 mehên ê li Şengelê hêj zindî ye 2017-07-20 10:17:09 ŞENGAL – Şopa şerê 11 mehan ê li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê berdewam kir, hêj zindî ye. Herêma herî zêde ket bin bandora şer cih û warê kevnar ên Şengala berê jê re tê gotin, bala mirov dikişin e. Şopa şerê di 3’ê Tebaxa 2014’an ku bi êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Şengalê dest pêkir û 11 mehan berdewam kir hêj zindî ye. DAÎŞ'ê di êrîşa li dijî Şengalê de bi hezaran mirov dîlgirtin û bi hezaran qetil kirin. Şopa êrîşên DAÎŞ'ê hêj li navemda bajêr zindiye. Bi hewldana gerîlayên HPG’ê, êrîşên DAIŞ'ê hat astengkirin. Piştî 11 mehan DAIŞ ji bajar hat derxistin. Şopa pevçûnan xuya dike ku şereke mezin qewimiye. Herî zêde herêma ji şer bandor bûye, taxa Kabaîl, Şuheda (taxa Şehîdan), Heyî Nesîr (Taxa Azadî), Sitîzeynep, Berberoj ku weke Şengala berê tê binav kirin e. Gelek malê dîrokî hatine roxandin. Di ketin û derketin DAIŞ a bajêr de, gelek malên hatin şewitandin, ketin ber objektîfa me. Tê payîn ku hêdî hêdî jiyana bajêr aram bibe. Xebata paqijkirina mayînan a li Şengala kevin hîna nû xelas bûye.