Parêzerên Ocalan cara 672'an serî li dozgeriyê dan 2017-07-20 10:33:04 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 672'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dinç, Faik Ozgur Erol û Cengiz Yureklî bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 672'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê. Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin kiribûn. 671 carin daxwaza ziyaretê bi hinceta “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye" û “koster di tamîrê de ye" û “OHAL” destur nadê dayîn û daxwaza parêzeran red dikin.