'Di hundurê me de Heleb hene; behsa mafên mirovan nayê kirin' 2016-12-10 09:19:46 ENQERE- Avakarê ÎHD û TÎHV'ê Yavuz Onen balê kişand ser rûxandinên sala dawî yên li bajarên kurda û wiha got:"Di hundurê me de Heleb hene; behsa mafên mirovan nayê kirin." Onen, ji ber li dijî binpêkirinan kêm bertek nîşan daye NY'yê jî rexne kir û wiha got:"Veguherî avahiyeke ku piştevaniya polîtîkayên şerî dike." Li gr hejmarên fermî, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 65 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vî şerî dewletên cîhanê bi dirşmeya "Careke Din Qethiyen" hatin gel hev û ragihandin ku wan pozîsyoneke li dijî şer wergirtiye. Di hezîrana 1948'an de ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan" hat amadekirin û di 10'ê kanûna 1948'an de li Parîsê di Lijneya Giştî ya NY'yê de hat qebûlkirin. Ji wê rojê ve ye, 10'ê Kanûnê wek "Roja Mafên Mirovan a Cîhanê" tê pîrozkirin. 'LI ROJHILATA NAVÎN BÛN PIŞTEVANÊ ŞER' Avakarê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Yavûz Onen jî got, NY li gor armanca avakirina, îro fonksiyoneke berkesî dide der û wiha got:"NY, veguherî cihê tunekirina welatên cîhana sêyemîn û dengên muxalifî kapîtalîzma cîhanê ne." Onen bi bîr xist ku, di dema ambargoya ku 10 salan li Iraqê hat sepandin de, NY sekneke alîgiriyî nîşandaye û wiha got:"Bi taybetî polîtîkayên şerî yên li arasteyî Rojhilata Navîn, bû mijareke ku NY piştevaniya wê dike. Heke ji aliyê NY'yê ve li dijî hemû dîktatoran ambargoyek bihatana sepandin, wê çaxê me karibû wek birayreke wekhev û adil binirxandana. Lê dest neda Suûdî Erebîstanê û got tenê Serokê Iraqê 'destpot' e û gelê Iraqê ceza kir. Yanî bû sedema rizandineke civakiyî." 'DIRÛŞMEYA 'CAREKE DIN QETHIYEN' HAT HILAWISTIN Onen, pêvajoya mudaxileya NATO'yê ya Yûgoslavyayê jî dest nîşan kir û wiha got:"NY, di mudaxileya Yûgoslavyayê de li derveyî rêgezên xwe ma. Li dijî heldana bombekirinê ya NATO'yê bêdeng ma. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dirûşmeya 'Careke Din Qethiyen' dihat wateya 'êdî wê li cîhanê careke din şer û pevçûn neqewimin.' Lê belê, ev dirûşme jî ji aliyê NY'yê ve hat hilawistin." 'LI GOR SALÊN 90'Î BERTEK NE TÊRBAR IN' Onen got, li gor salên 90'î bertekên NY'yê yên li dijî binpêkirinên mafan ên ku Tirkiye îro li dijî bajarên kurdan dike kêm in. Onen wiha domand: "Di salên 90'î di dema pêvajoyên şewitandin û valakirina gundan de, her çiqas bertekên zêde nehatin nîşandan jî, lê di raya giştî ya cîhanê de bertek hebûn. Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl rapor amade kirin. Di ser vê re jî hikûmeta Tirkiyeyê hat rexnekirin. Lê belê, di saleke dawî de pevçûnên têkildarî prisgirêka kurd de pêk hat, binpêkirinên mafan ên xwe dan der baş nehatin rexnekirin. Sedema vê NY û sekna YE'ya li cem wê cih digire re eleqedar e." Her wiha Onen got, beriya Yekîtiya Sovyetê belav bibe, avahiyên mîna tevgera kurd wek "têkoşîna rizgariya netewî" dihatin nirxanind, lê belê pişt re bi têgeha "terorê" ya ku NY pesariya wê dike, dixwazin avahiyên bi vî rengî bifetisînin. ‘DI HUNDURÊ ME DE HELEB HENE; BEHSA MAFÊN MIROVAN NAYÊ KIRIN' Onen got, niha NY ji avahiyeke ku li welatên cîhanê û Tirkiyeyê pirsgirêkan çareser bike dûr ketiye. Onen diyar kir ku, yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin û di pirgirêka kurd de ji ber şideta sepandin, li dijî vê şideta wan şidetek xwe daye der û ji bo ji vê şidetê rizgar bibe tekane rê çareserî ye û wiha got:"Divê bi destê aşityê yê ku gelê kurd her tim dirêj dike bigire." Onen herî dawî wiha axivî:"Berê gund dihatin valakirin, niha jî bajar û navçe tên valakirin. Berê gund dihatin şewitandin, niha bajar û navçe tên şewitandin. Yanî Nisêbîn, Cizîr an jî Sûr; niha wek Helebê ne. Heleb pir nêzî me ye, lê di hundurê me de Heleb hene. Tabî, li gel vê betalî, xizanî û bêbaweriyeke ku bi şik û guman li pêşerojê tê niharîn , yanî Tirkiyeyeke wiha heye. Ji ber vê, di van şertan de nepêkan e ku mirov behsa mafên mirovan bike." Selamî Aslan - dîhaber