Li Tendurekê tevgera leşkerî 2017-07-20 12:04:16 AGIRÎ – Ji duh nîvro heya saetên şevê li Tendurekê tevgera elîkopterê hebû. Leşker û cerdevanên li zozanên Tendurekê ketin nava tevgerê fikarê welatiyan zêde kirin. Li herêma Tandurekê ya di navbera navçeya Ebexê ya Wan û navçeyên Bazîd û Giyadîn ên Agiriyê duh piştî saet nîvro liv û tevgera elîkopterê heta saetên şevê domiya. Li gorî agahiyên koçerên herêmê, li zozanên Axîli û Tîrîk ên Çiyayê Gîrdehol ê dikeve rojavayê Tendurekê bi tevahiya şevê liv û tevgera leşerî û cerdevanan hebû. Tevgera li herêmê heyî, di koçeran de fikar ava kirin û hat diyar kirin ku li gundên Kanîketan, 14’ê Nîsanê û Murat ên navçeyê dron geriyan e.