Ji ber parastina Erdogan li 4 dadgehan hat darizandin 2017-07-20 12:10:31 ENQERE - Serokomar Erdogan ji ber helbesta ku xwendibû demekî di girtîgehê de mabû, Yavuz Onen ê ku parastina wî kiribû, aşkera kir ku ji ber ku wî Erdogan parastiye, li 4 dadgehan hatiye darizandin û wiha got: "Piştgiriya ku dane wî ji bîr kiriye, demokrasî ji bîr kiriye." Di 5'ê Tîrmehê de li Buyukadaya Stenbolê 10 parastvanên mafên mirovan hatin binçavkirin û bi hinceta "Nayê zanîn endamê kîjan rêxistinê ne" hatin girtin. Nerazîbûnên di vî warî de berdewam dikin. Serokomar Tayyîp Erdogan, piştî civîna Lûtkeya G20 a li Almanyayê civînek li darxist, der barê binçavkirina Dîrektorê Tirkiyeyê Adîl Eser de Rêxistina Efûya Navneteweyî vîdeoyek weşand û dema Erdogan helbestê dixwend û piştgiriya ku daya Erdogan jî hat bibîrxistin. Di vîdeoyê de Erdogan wiha diaxive: "Ew kesên ku ji wan re dibêjin parastvanê mafê mirovan, armanca wan a axaftina der barê min de çi bû gelo, çi bû, hûn dizanin? Di dawiyê de ez ketim girtîgehê, 4 meh 10 rojan ez girtî mam. Tişta min kiribû tenê helbest xwendin bû. Kesên hûn dibêjin li Buyukadayê çima li hev civiyan? Ew di bin navê civîneke qasî derbeya 15'ê Tîrmehê de li hev kom bûn." Ev parastvanên mafên mirovan ên hatine girtin, di 2'ê Adara 1999'an de Serokomar Erdogan ê helbestek xwendibû û hatibû girtin parastibûn. JI BER PARASTINA ERDOGAN HAT DARIZANDIN Yavuz Onen 20 salan serokatiya Weqfa Mafa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) kir, ji ber ku bi 15 hevalên xwe re Erdogn parastin, li 4 dadgehên cuda hat darizandin. Onen tiştên wê demê qewimî bûn ji dîhaberê re vegotin û da zanîn ku belavoka ku ji bo kesên ji ber fikrên xwe hatine girtin û Erdogan jî di nav de, îmze kirine, 15 kes hatine darizandin. Onen aşkera kir ku ji ber vê piştgiriya xwe ya ji bo Erdogan, li Dadgeha Ewlehiya Dewletê, Dadgeha Rêveberiya Awarte, Dadgeha Cezayê Giran û li Dadgeha Leşkerî hatine darizandin û wiha pê de çû: "Kesên niha di rêveberiya AKP'ê de ne, di salên 90'î de mexdûr bûn. Em tev li nêrîna wan ne dibûn, lê me dîsa jî ew parastin." 'PIŞTGIRÎ JI BÎR KIR' Onen gotinên Erdogan ên wekî "Wan civîneke wekî berdewama derbeya 15'ê Tîrmehê amade dikir" jî bi bîr xist û wiha got: "Piştgiriya ji bo wî hat dayîn ji bîr kiriye, demokrasî ji bîr kiriye û difikire ku dê bi tena serê xwe her tiştî çareser bike." Onen piştrast kir ku Erdogan gelekî ketiye zorê. Onen anî ziman dema Erdogan li Girtîgeha Pinarhîsarê girtî bûye, bi xwe jî serî li saziyên wekî MAZLUMDER û Rêxistina Efûyê daye.