Alayumat û Akman ji ber rojnamegeriyê di bin çavan de ne 2017-07-20 14:14:08 HATAY - Nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat û Nurî Akman ku 8 rojin li midûriyeta polîsan a Hatayê tên ragirtin, ji ber xebatên rojnamegeriyê di bin çavan de tên ragirtin. Akman, bi xizmên xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku hêj wênekêş û kamerayên wan tên lêkolînkirin. Nûçegîhanên dîhaberê Erdogan Alayumat û Nuri Akman, ku li Islahiye ya Dîlokê nûçe dişopandin hatin binçavkirin 8 rojin di bin çavan de tên ragirtin. Akman û Alayumat piştî li Islahiye hatin binçavkirin ew şandin Midûriyeta polîsan a Hatayê. Xizmên Nûrî Akman bi Nûrî Akman re hevdîtin kirin û diyar kirin ku rewşa wan baş e. Xizmên Akman anîn ziman ku wênekêş û kamerayên wan tên lekolînkirin û ji bilî wê tiştekî din nehatiye pirsîn. Akman, anî ziman ku di wênekêş û kamerayan de ji bilî dîmen û wêneyên nuçeyan tiştekî din tune û tenê ji ber xebatên rojnamegeriyê di bin çavan de tên girtin. Xizmên Akman, anîn ziman ku Nûrî û Erdogan di hucreyên cuda te tên girtin û li bendê ye sibê wan sewqî dozgeriyê bikin. Nûçegîhanên me dihaberê Erdogan Alayumat û Nurî Akman di 13'ê Tîrmehê de dema li ser sînorê Dîlok û Hatayê nûçe dişopandin, bi hincetên wekî "Gumanbar in" hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku hatin binçavkirin, li Îslahyeyê teslîmî Şaxa TEM'ê ya Hatayê kirin û ew birin navenda Hatayê. Ajansa Anadolu (AA) û Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) bi sernavên wekî "PKK'iyên ku lêgerîna wan hebûn hatin girtin" nûçeyên xwe serwîs kirin û ev pêkanîna wan a ku rojnameger hedef nîşan dan, ji hêla gelek sendîkayan ve hat şermezarkirin. Hin malperên ku nûçe bi heman şêweyî weşandin, li ser bertekan neçar man nûçeyên xwe paşve kişandin. Parêzerê nûçegîhanên me Suphî zarîf, da zanîn ku an îro, an jî sibê de rojnamegeran derxin dozgeriyê.