Li Dêrsimê 14 kes hatin binçavkirin 2017-07-20 15:44:08 DÊRSIM – Li navenda Dêrsim û navçeyên wê Xozat û Çemîşgezekê di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçavkirin. Li Dêrsimê operasyonên bi serde girtina malan dewam dikin. Li navenda Dêrsim û navçeyên wê Xozat û Çemîşgezekê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hat girtin. Li navçeya Xozatê keyayê gundê Kavuktepe Hidir Guneş, Devrîm Korkmaz, Erkan Çelîk, Duzgun Aydin û 8 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Devrîm Korkmaz piştî li Edliya Dêrsimê îfadeyên wî hatin sitendin bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Hinceta binçavkirinan nehat hînbûn.