Xizmên kuştiyên Pirsûsê: Kî terorîst e diyar e 2017-07-20 16:03:46 RIHA – Xizmên 33 ciwanên sosyalîst ên di komkuiya Pirsûsê de hatin kuştin, di 2'yemin salvegera komkujiyê de bernameya bîranînê pêk anîn. Dayika Murat Yurtgul Şemsa Yurtgul, bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: "Ji mere dibêjin terorîst. Ger ku em teroist bin me bedena kijan jinê teşîr kir. Kî terorîst e diyar e." Xizmên 33 ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) yên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de dema hatin pirsûsê û xwestin derbasî Kobanê bibe di êrîşa xwekuj de hatin kuştin, bi minasebeta 2'emîn salvegera komkujiyê li ber Navenda Çandê ya Amara daxuyanî dan çapemeniyê. Di bernabeya bîranînê de Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Behçet Yildirim, Dilek Ocalan, Serokê BEKSAV'ê Kenan Agbulut, Endamê Meclîsa HDP'ê Faruk Saglam, Selma Surer, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Endama MYK'ê ya SGDF'ê Gozde Sivaslıoglu û gelke xizmên ciwanan amade bûn. Beriya bernameya bîranînê polîsan li Pirsûsê gelek nokteyên lêgerine ava kirin û tedbîrên mezin stendin. Polîsan avahiya Navenda Çandê ya Amara bi hesinan dorpêç kirin û TOMA û maşîneyên zirxî li ber avahiye kom bûn. Gelek welatî û Hevseroka HDP'ê ya Pirsûsê Rojda Binici bi hinceta "Ketina navçeyê qedexe ye destûr nedan ku têkevin navçeyê. Bernameya bîranînê saet di 11.50’an de dest pêkir. Dema parlamenter û xizmên kuştiyan ketin navenda Çandê yek bi yek di kontrola polîsan rederbas bûn. Malbatan berê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û piştre li cihê ku ciwan lê hatin kuştin qurnefîl danîn. 'MIZGÎNIYA MIN LI WE KOBANÊ AZAD BÛ' Birayê Ogur Ozkan Suleyman Ozkan, ewil axivî û diyar kir ku ciwanên li vir hatin kuştin wekî gulekê ji darê hatin qutkirin û wiha got: "Zarokên hatin vir dê pêlîstok bibirana ji zarokên Kobanê re Di destê wan de pirtûk û hestên xweşik hebûn. Dê hem li Kobanê û hem jî li cîhanê bandorek çekirana. Niha 2 sal di ser wan de derbas bû. Ne 2 sal 2 sed sal derbas bibin jî em ji têkoşîna edaletê venagerin. Ez li vir mizgîniyê didim we. Mizginî li we Kobanê azad bûye. Kenê we xwe di rûyê zarokên kobanê de dide der. Yên ku hûn kuştin winda kirin. Hûn dê her dem winda bikin ji ber ku hûn hêza tarî ne." DI DESTÊ WAN DE NE BOMBE, PÊLÎSTOK HEBÛN Hevsera Cemil Yildiz Sultan Yildiz, diyar kir ku bi hestê şikestî ji Stenbolê hatin vir û wiha got: "Di destê ciwanên me de bombe û molotof tune bûn. Di destê wan de pêlîstok hebûn. Ji ber 33 ciwan nehatin parastin hatin kuştin." KÎ TERORÎST E Dayika Murat Yurtgul ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ŞemsaYurtgul, jî anî ziman ku rayedar wan wekî terorîst îlan dikin û bertekên xwe yên li dijî rayedaran anîn ziman. Şemsa Yurtgul, bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: "Ji mere dibêjin terorîst. Ger ku em teroist bin me bedena kijan jinê teşîr kir. Kî terorîst e diyar e. Ke kijan zarok qetil kiriye. Kurê min derûnînas bû. Di komkujiya Soma de çû Somayê. Bi zarokên bekes û yêtim re eleqeder bû. Xwekuj li kijan maşînê zuyar bû. Li ku xwarin xwar. Bi kêre ket nava dan û stendinê. Pê piştgirî da. Hemû diyar in. Me Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan jî diyar kir ku ciwan ji bo bibin pira di navbera Tirkiye û Kobanê de hatin Pirsûsê û wiha got: "Îro tetbîrên awarte hatine girtin. Xwezî wê demê tedbîrên wisa hatibana girtin." Endama MYK'ê ya SGDF'ê Gozde Sivaslioglu jî axivî û wiha got: "Ji bo em bajarekî xerabe ava bikin em hemû bi hevre diçûn Kobanê. Me pêlîstok dibirin ji zarokên şoreşgeran re. Ji ber ku zarokên vê şoreşê pêşeroja vê şoreşê bûn." Komê piştî bîranîna li Navenda Çandê ya Amara tevî heyeta HDP'ê çûn gora Kasim Deprem û Osman Çiçek ziyaret kirin û qurnefil danîn ser gorên w-an. Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Mesut Çeki, li ser gora Osman Çiçek helbest xwend û diyar kir ku dê kes nikaribe ji van zarokan re bêjin zarokên nebaş. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî diyar kir ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj êş û komkujî taze ye. Birayê Ugur Ozkan Süleyman Ozkan jî anî ziman ku gora birayê wî li Cizîrê ye û wiha got: "Xwestin gorên Osman Çiçek û Kasim Deprem xera bikin. Li Cizîr, Gever û Colemêrgê xwestin goran xera bikin." Komê piştre gora Yilmaz Elmascan ê li GAR'a Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kirin.