Cenazayê Kurum ê di çemde winda bû hat dîtin 2017-07-20 16:11:15 ÊLIH- Cenazayê Serkan Kurum ê di Çemê Êlihê de winda bû hat dîtin. Ercan Erîpek ê 14 û Serkan Kurum ê 17 salî di 18’ê Tirmehê de ket Çemê Êlihê û di çem de xeniqîn. Cenazeyê Erîpek duh hat dîtin. Îro jî cenazeyê Kurum hat ditîn. Cenazeyê Kurum, rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmî ya Êlihê. Heta niha hêjmara zarokên di Çemê Êlihê de xeniqîn derket 14’an. Ji ber Ocaxên Xîzê yên korsan heta niha gelek zarok di avê de difetisin.