Polîsên li Amedê 3 ciwan kuştin hatin fîhilkirin 2016-12-10 09:23:46 AMED - Li Amedê 3 ciwanên di 24'ê kanûna 2015'an de bi saxî hatin zevtkirin û destê wan hat kelepçekirin û paşê hatin kuştin, der barê lêpirsîna derheqê wan de hatibû vekirin biryara devjêperdana şopanê hat dayîn. Di lêpirsînê de serî li beyanên şahidên bûyerê nehat dayîn û biyara kuştin 'li gor huqûqê ye' hat dayîn. Li Semta Şehîtlîka Yenîşehîra Amedê di 24'ê kanûna 2015'an de ciwanên bi navê Mehmet Mûtlû, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî hatibûn kuştin. Lêpirsîna derbarê her 3 ciwanan de ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorî ya Serdozgriya Komarê ya Amedê de hatibû destpêkirin, derheqê wê de biryara devjêberdana şopanê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de hat derpêşkirin ku, kuştin ji ber her 3 ciwan guh nedane hişyarkirina polîsan "Raweste" pêk hatiye. Di biryara devjêberdana şopandê de hat diyarkirin ku, her 3 ciwan li ser hişyarkirina polîsan ranewestiyane û di dest wan de bombeya destan hebûye û hewldana êrîşî polîsan bikin, ji ber vê bêyî pevçûn pêk bê bêbandor hatine hiştin. ŞAHIDÊN BÛYERÊ BEYANA 'ÎNFAZÊ' KIRIN Piştî kuştina Mûtlû, Demîrok û Yenî, şahidên bûyerê beyan kirin ku, polîsan destê Mûtlû û Demîrok ên bi birîndarî li erdê bûne kelepçe kirine, polîs pirsa 'Amîrê min dijîn' kirine û paşê fermana 'berdin wan' hatiye dayîn. Şahidekî din ê bûyerê jî wiha beyan kir:"Her cara ciwan serê xwe radikir, polîs bi ser de diqîriya, heqaret dikir, pêl ser û destên wî dikir. Dawiya ji paş ve destên wî kelepçe kirin. Pehîn li wan dixistin. Dema polîs dît em di pacê de li wan dinihêrin, bi ser minde qîriye, çek spart min da têkevim hudnur. Piştî ez ketim hundur, paşê min gotin yekî ji wan a 'berdê berdê' bihîst û 2 caran dengê çekê hat." KELEPÇE DI WÊNEYAN DE XUYA KIRIN Li gel beyanên şahidên bûyerê, rapora otopsiyê nedan malbatên her 3 ciwanan. Dîsa dema ferdên malbatê cenaze teşhîs dikirin beyan kirin ku, her ciwanekî guleyek ji serê xwe xwariye. Ji ciwanên hatin kuştin Cuneyt Yenî, wêneyê di wêneyê dema kuştina wî de, yek jê reş ya din spî du kelepçeyên plastîk dixuyên û ev jî li gel vegotinên şahidên bûyerê 'înfazkirinê' zexmtir dike. 'ÎNFAZ LI GOR HUQÛQÊ YE' Serdozgeriya Komarê ya serî li beyanên şahidên bûyerê neda, bêyî nasnameya polîsan lêkolîn bike, diyar kir ku di operasyonê de li dijî gumanbaran bikaranîna çekê ya hêzên dewletê û ji ber vê kuştina gumanbaran li gor huqûqê ye û bi vî awayî biryara devjêberdana şopanê da.