Efrîn têk neçû wê têk neçe 2017-07-21 09:22:11 EFRÎN – Komên ASA ji 15’ê Tîrmehê ve êrîşî Efrînê dikin. Hat diyar kirin ku 28 endamên ASA hatin kuştin. Li gor îdîayên Tirkiyeyê, di nava wan de 5 leşkerên tirk jî hene û nekarîn 15 birîndaran ji heremê derbixin. Tirkiyeya ku hawara xwe gihand Rûsyayê û di encama navbenykariya Rûsyayê û YPG’ê de hin birîndar û cenaze hatin teslîmkirin û pêvçûn bi dawî bû. Îdîaya ku Tirkiye di rojên dawî de ji bo êrîşî Efrînê bike, amadekariyên operasyonekê dike. Ji bilî Hêza Çekdar a Tirk (TSK) ku bi topbaranê êrîşên Efrînê dike, komên Artêşa Sûriya Azad (ASA) jî êrîşên gundên Efrînê dikin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG), aşkera kiribû ku Tirkiye û komên çete yên pêve girêdayî ji 5’ê Hezîranê û vir ve êrîşên gundên Efrîn û Kobanê kirin e. Ji 15’ê Tîrmehê û vir ve jî komên ASA dest bi êrîşên gundên Efrînê kirin û di 4 rojên dawî de pêvçûn qewimîn. YPG’Ê BÎLANÇO AŞKERA KIR YPG’Ê di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên çar rojên dawî yên li ser Efrînê, diyar kir ku komên ASA yê ji gundê Basufanê dest pê kir û ya dawî jî êrîşê gundê Eyn Deqnê ya navçeya Şêra ya Efrînê kirin de, hin agahî bi dest xistin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama pêvçûnan de 28 endamên ASA û 5 leşkerên tirk hatin kuştin. Mala Çavdêrî ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londra ye (SOHR) jî, aşkera kir ku di pêvçûnên li nêzî gundê Eyn Deqnê pêk hat de, 15 endamên ASA mirin û 4 YPG’î jî birîndar bûn. ÎDÎAYA TIR5KIYE JI RÛSYA ALÎKARÎ XWEST Li gor îdîayan, Tirkiye “Ji ber 15 birîndarên ku 5 leşker tirk jî di nav de, nikare ji heremê derbixe” bi Rûsyayê re hevdîtin kir û xwestiye Rûsya navbeynkariyê bike. Di encama navbeynkariyê de YPG’ê li beranberî teslîmkirina birîndar û cenazeyan, xwest pêvçûn bi dawî bibe û bi vê re pevçûn bi dawî bû. Li gor nûçeyên di çapemeniyê de derketin, Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku cenazeyên di destên YPG’ê de dê bi navbeyntiya Rûsyayê bidin. Mala Çavdêrî, îdîa kir ku piştî hevdîtina Rûsyayê gelek endamên ASA yên birîndar dê teslîmî Tirkiyeyê bên kirin. Li ser agahiya fermandariya YPG’ê ku ji me re hat ragihand de, hat diyarkirin ku gelek cenaze di destê wan de hene û ji bo bigihînin malbatên wan, dê teslîmî Heyva Sor a Efrînê bikin. DÎMENÊN CENAZEYAN DI TORA CIVAKÎ DE YE Derbarê pevçûnan de di tora civakî de dîmen hatin weşandin. Di dîmenên ku ji hêla YPG’yiyan ve hat kişandin, cenazeyên endamên ASA û cebilxaneyên leşkerî ku hatin bidestxistin, tên dîtin. Hefteya derbasbûyî de artêşa tirk û komên çete yên ASA’yê li derdora Efrînê 12 biryargeh ava kirin û hat îdîakirin ku gelek leşker sewqî wir hatibûn kirin. DESTKEFIYAN HEZIM NAKIN Efrîn tekane herême ku gelên kurd, ereb, tirkmen û ermen bi hevre lê dijîn. Ji ber vê yeke komên çete yên weke El Nûsra û DAIŞ nekarîn bikevin wir. Dewleta tirk vê yekê hezim nake û bi navê “Şûrê Firatê” amadekariya êrîşek berfireh a li ser Efrîn û herêma Şehbayê dike. Dewleta tirk ku ev projeya pergala Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê gav bi gav pêş dikeve û ji aliyê hemû gelan ve hatiye qebûl kirin tehamul nake û êrîşî gundên herema Ezazê, bajarokên Efrîn û herêma Şehbayê dike. Sedema êrîşan ji ber têkçûyîna siyaseta dewleta tirk a di hûndir û navneteweyî ye. Dixwaze bi van êrîşan rojevê biguherîne û ji vê qirîza Sûriyeyê, cih ji xwe re avabike. DIRÛTIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Ev demek dirêje dewleta tirk, piştî Cerablûs, Ezaz û Babê, niha jî dixwaze di ser Îdlibê re, Efrîn û bajaroka Til Rifat a herêma Şehbayê dagir bike. Bê guman agahiya hêzên dewletên Navneteweyî ji vê hewldana Tirkiyeyê heye. Bi taybetî Rûsya ku ji bo pêşî li êrîşên dewleta tirk a li ser Minbicê bigire, leşkerên xwe bi wesayîtên zirxî di navbêra Bab û Minbicê de digerand, lê di êrîşên dawî de bêdeng ma. Ev yek jî ji aliyê hêz û gelê heremê ve wek e dirûtiya hêzên navneteweyî hat nirxandin. BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN HSD’Ê RAWESTÎN IN Sedemeke din a êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê jî ew e ku pêşveçûn HSD’ê ya paytexta xilafeta DAIŞ’ê Reqqayê ya bi navê Cenga Mezin asteng bikin. Ev nirxandin ji hêla pisporên şerê yên Rojhilata Navîn ve jî, tên kirin. Bi taybetî ev di êrîşên li ser Qaraçox û Şengalê de derket holê. Dewleta tirk ligel hemû hewldanan xwest tevlî operasyona rizgarkirina Reqqayê bibe. Lê ev nehat qebûl kirin. Bi vê aciziyê, alîkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re ku êdî ber bi têkçûnê ve diçe, qût nekir û êrîş pêk anî. Tê nirxandin ku, dewleta tirk çewan di van êrîşan de negihişt armanca xwe, dê di êrîşên li ser Efrînê de jî negihije armanca xwe. Li ser van pêşketinan, gelên Efrînê yên kurd, ereb, tirkmen û hemû bawerî di nava çalakiyan de ne. Dirûşmeya gelên herêmê ya “Efrîn têk neçû, wê têk neçe“ berxwedana li hemberê êrîşan radixe berçavan.