Di qezaya Şemrexê de 3 kes mirin 2017-07-21 12:42:34 MÊRDÎN – Di qezaya Şemrêxê de ji heman malê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar. Li ser rêya Uçyol a navçeya Şemrexa Mêrdînê wesayîta plaqeya 21 VS 288 qezar kir. Di qezayê de Suleyman Kaya, hevjînê wê Cemîle Kaya û dayika wî Rahîme Kaya jiyana xwe ji dest da. Ajokarê wesayî de Husamettîn Çelîk bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.