Li Çiyayê Amanosê şewat derket 2017-07-21 12:42:54 HATAY – Li daristana herêma Çokek a Çiyayê Amanosê şewat derket. Li daristanên herêma Çokek a Çiyayê Amanosê ya bi ser navçeya Dortyola Hatayê ve şewat derket. Nehat zanîn agir ji ber çi sedemê derketiye û ekîbên agirkujiyê yên daristanan bi maşîneyên şewatê mudaxale dikin. Rayedarên berpirsên kar û barên daristanan diyar kirin ku heta niha li qada 4 hektaran şewat dijwar bûye û ekîbên wan hewl didin ku şewatê bixin bin kontrole.