Ji bo piştgiriya Sûrê banga bi vîdeo 2017-07-21 13:18:44 AMED - Piştgiriya kampanya îmzeyan a ji bo parastina sûrê her ku diçe mezin dibe. Niha jî ji bo kampanyayê banga bi vîdeo hat kirin. Gelek kesên piştgiriyê didin Sûrê bi vîdeoyên kurd banga piştgiriyê kirin. Lijneya Wezîran a Hikûmeta AKP'ê, di bin navê veguhestina bajarvaniyê de biryara istîmlaqê ya Sûrê da û dest bi xerakirinê kir. Piştî biryara îstîmlaqê hat girtin bi navê nû kirinê bajarê dîrokî û çandî tê hilweşandin. Welelatî li dijî xerakirina Sûrê di ber xwe didin. Ji bo parastina Sûrê Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na, di 17'ê Tîrmehê de kampanya îmzeyan a "Sûrîcî û Amed cîhana me ya hevpar e. Bilaxerakirin bê rawestandin" da destpêkirin. Piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan a parastina Sûrê her ku diçe mezin dibe. Gelek kesên piştgiriyê didin sûrê vîdeo amade kirin û bi riya vîdeo banga piştgiriyê kirin. Heta niha 4 hezar û 49 kesan piştgirî da kampanyayê. ‘ARMANC 100 HEZAR ÎMZE YE' Kampanya ku mehekê bidome armanc 100 hezar îmze ye. Îmzeyên bên komkirin dê ji Serokwezîrtî û meclîsê re bê şandin. JI BO SÛRÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ DIDE Ji bo piştgiriya Sûrê rojnamger, ekolojist û siyasetmedar jî di navde ji hemû beşên civakê piştgiriyê didin kampanyayê. Gelek piştgiriyên din vîdeoyên kin belav kirin û banga piştgiriyê kirin. Vîdeoyên piştgiriyê yê hatin parvekirin wiha ne: * Prof. Dr. Beyza Ustun: Dixwazin warê jiyanê yê gelê Sûrê xera bikin û bikin beton. Polis, bi TOMA’yan dikevin taxan. Sûr bi tevahî tê guhertin. Warên çandî û dîrokî tên tunekirin. Ger em gotina Welatiyên Sûrê ya “Em mala xwe terk nakin." li ber çavan negirin hemû nirxên çanda Mezopotamya dê tune bibe. Gelê sûrê ji bo piştevaniyê bang li me dike." * Lîstikvan Bariş Atay: Di encama şerê bi israr Sûra Amedê bi xerakirinê re rû bi rû ye. Em naxwazin sûr xera bibe. Li sûrê xwedî derkevin." * Nûçegîhana BBC-Tirkî Hatice Kamer: Divê jiyana li kolana Sûrê bi dawî nebe. Bila wîze wîza zarokan qet kêm nebe. * Rojnameger û nûçegîhana Gazete Şûjin Habibe Eren: Sûr jiyan e. Sûr berxwedan e. Em li jiyan û berxwedanê xwedî derkevin." * Rojnameger Hayri Tunç: Sur dîroka Mezopotamya ye. Ji bo neyê xerakirin ez jî piştgiriyê didim. Hûn jî piştgiriyê bidin. * Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya: Sûra Amedê hiş û aqilê me hemûyan e. Em hemû li dijî xerakirinê derkevin. Piştgiriyê bidin sûrê. * Edîtorê Gazete Karinca Çagdaş Kaplan: Em li dijî xerakirina Sûrê ya bi navê "Veguhestina Bajarvaniyê" bêdeng nemînin. Em li dijî xerakirinê bi hevre bêjin "Raweste". * Nûçegîhana dihaber a Enqereyê Diren Yurtsever: Em ji bo hişê civak, dîrok û çanda nevpar a bajarê berxwedanê bi hevre piştevaniyê mezin bikin. * Rojnameger Mahmut Bozarslan: Em piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan a li dijî xerakirina Sûrê. Sûr dîrok e. Em destûr nedin avahiyên ku temenê wan 50 salin. Ji bo avahiyên temenê 50 salan em dîroka 5 hezar salan tune nekin. Sazî û kesên bixwazin piştgiriyê bidin kampanya îmza yan dikarin di ser hesabê @SurPlatformu ya Twitterê de xwe bigînin kampanyayê.