Parlamenterê HDP’ê Yildirim: Em li heviya rakirina OHAL'ê nasekinin 2017-07-21 14:11:14 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku AKP ne bi pergala hilbijartinê, bi hêz û rejîma OHAL'ê li ser piyan maye û wiha got: "Em napên ku îktîdara AKP'ê rejîma OHAL'ê rake. Em wekî muxalefeta civakî destûr nadin OHAL bigêje armanca xwe." Meclîsa Ciwanên HDP'ê, bi minasebeta yekemîn salvegera OHAL'ê rapora binpêkirina mafan amade kir û bi raya giştî re parve kir. Meclîsa Ciwanan, ji bo raporê li meclîsê bi tevlêbûna Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û endamê Meclîsa Ciwanan civîna çapemeniyê pêk anî. Meclîsê di raporê de bal kişand ser îhlala mafên mirovan. Di civînê de endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Atiye Eren, diyar kir salek di ser îlana OHAL'ê re derbas bû û wiha got: "Wekî hemû hêzên muxalif ciwan jî ketin bin bandora OHAL'ê." Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Yagmur Yurtsever jî rapora amede kiriye bi raya giştî re parve kir. HEZAR Û 839 CIWAN HATIN BINÇAVKIRIN Yurtsever, anî ziman ku îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeyê bi îlana OHAL'ê darbeya li dijî hêzên muxalif ên siyaseta demokratîk dimeşînin pêş xistin. Xwendekaran sala xwe di girtîgeh, qereqol û nexweşxaneyan de derbas kirin. Di pêvajoya OHAL'ê de hezar û 839 ciwan hatin binçavkirin. Ev hêjmar tenê yên fermî ne. Li bajarên kurdan gelek ciwanên kurd ên hatin binçavkirin neketin qeydan û nehat dîtin. Îktîdarê ji bo hêza xwendekar û tevgera ciwanan bi qetîne her tişt kir. Di bin baneya DODEF'ê de 37 komeleyên xwendekaran û navendên ciwanan bi KHK'ê hatin girtin. OHAL'ê herî zêde bandor li ser jinên ciwan kir. Jin hatin kuştin. Tundî, tacîz û destdirêjiya li dijî jinan zêde bû. Bersûc bê ceza hatin hiştin. Polîtikayên tundiya mêr zêde dikin hatin pêşxistin. OHAL'ê tundiya bi destê mêr li dijî jinan parast. Bi hezaran jinên ciwan bi KHK’yan ji kar û xebatên xwe hatin dûrxistin û terkî mirinê hatin kirin. Kujer Sertaç Aksu ku hatibû girtin, piştî KHK'ê hat berdan. KHK'yên nû bû dijminê jinan. Bi milyonan xwendekar bê mamoste hatin hiştin. 15 zanîngehê vakifê hatin girtin. 5 hezar û 644 akademisyen hatin îxrackirin." MIN 14 SALÊN XWE DI OHAL'Ê DE DERBAS KIR Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, jî erdheja Herêma Egeyê bibîr xist û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest. Yildirim, diyar kir ku ciwantiya wî bi OHAL'ê derbas bû û 14 salên wî bi OHAL'ê derbas bûn. Yildirim, anî ziman ku Kenan Evren ji ber bi darbekariyê dihat tawanbarkirin ne bêzar bû, lê îktîdara niha ji ber gotina Darbekar bêzar dibe û wiha got: "Çima OHAL hat îlan kirin. Çima dixwazin di şertê awarte de Tirkiye bi rêve bibin. Ji ber ku êdî nikarin bi hilbijartinê îktîdarê bi dest bixin dixwazin bi OHAL'ê Tirkiye bi rêve bibe. AKP ne bi pergala hilbijartinê, bi hêz û rejîma OHAL'ê li ser piyan maye û wiha got: "Em napên ku îktîdara AKP'ê rejîma OHAL'ê rake. Heta ku AKP li îktidarê be de destûr nede ku OHAL rabe. Em wekî muxalefeta civakî destûr nadin OHAL bigêje armanca xwe."