Di 255'mîn roja çalakiya Yukselê de 2 kes hatin binçavkirin 2017-07-21 15:00:42 ENQERE - Kedkarên Kolana Yukselê çalakiya xwe di roja 255'an de berdewam kirin. Polîsan dîsa mudaxale kir û 2 kes binçavkirin. Kedkarên ku hatin îxrackirin di pêşengiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 135’an li girtîgehê greva birçîbûnê berdewam dikin li Kolana Yukselê çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" berdewam kirin. Kedkar di roja 255’an de kom bûn û dîsa li Kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa mudaxaleyî çalakgeran kir û 2 çalakger binçavkirin.