Zaroka polisan ew li erdê xist 3 carin radikin nexweşxaneyê 2017-07-21 15:16:03 COLEMÊRG- Polîsên ku Necmetîn Fendîk kuştin, di serdegirtina malê de zaroka 9 mehî ji hembêza xwişka wê girtin û li erdê xistin. Zaroka polîsan ew li erdê xist 3 carin radike nexweşxaneyê. Polîsên ku li taxa Gungor a navçeya Gevera Colemêrgê Necmettîn Fendîk kuştin, zaroka 9 mehî Efrîn Fendîk, ji hembêza xwişka wê girtin û ew li erdê xistin. Zaroka ku polîsan ew li erdê xist sê carin wê radikin nexweşxanê. Dayika Efrîn Kudret Fendîk ku heta niha 3 carin keça xwe radike Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, diyar kir ku keça wê ne rehet e û narazê. Dayik Fendîk destnîşan kir ku ji ber zaroka wê li erdê xistin serê wê werimiye û wiha got: “Ji ber bijîşkê zarokan tuneye, ew tenê diçin nexweşxanê û vedigerin. Piştî sersaxiyê em ê Efrîn bibin bijîşkê Wanê.”