Serlêdana malbata Ocalan hat redkirin 2017-07-21 15:55:53 STENBOL – Serlêdana malbata Rêberê PKK Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê, ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin. Xwişka Rêberê PKK Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin, bi hevkariya parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatê red kir. Serdozgeriyê serlêdana malbatên girtiyên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li cem Ocalan dimînin jî bi heman hincetê red kir.