Der barê 4 parêzvanên mafên mirovan de biryara girtinê 2017-07-21 17:44:28 STENBOL - Der barê 4 parêzvanên mafên mirovan ku li Buyukadayê hatibûn binçavkirin û piştî 12 rojên binçavkirinê hatibûn berdan, biryara girtinê hat dayîn. Di 5'ê Tîrmehê de li Buyukadaya Stenbolê 10 parêzvanên mafên mirovan hatibûn binçavkirin û piştî 12 rojan şûnde îfadeya wan hat wergirtin û 6 ji wan hatin girtin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îro der barê parêzvanên mafên mirovan Nalan Erkem, Şeyhmûs Ozbeklî, Nejat Taştan û Îlnûr Ustunê ku hatibûn berdan dubare biryara girtinê da.