HDP'ê qedexekirina Mescîd-î Aksayê şermezar kir 2017-07-21 23:37:00 NAVENDA NÛÇEYAN- HDP, bi awayekî nivîskî qedexekirina Mescîd-î Aksayê ku ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve ji bo îbadey hat qedexekirin, rexne kir. Desteya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê, bi awayekî nivîskî qedexekirina Mescîd-î Aksayê ku ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve ji bo îbadey hat qedexekirin, rexne kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mescîd-î Aksa tenê ne ji bo gelê Filîstînê, ji bo hemû misilmanan girîng e. Partiya me antî-semîtîzmê wek awayekî nîjadperestiyê dibîne û êrîş û şidetên li dijî gelê Filîstînê jî wek nîjadperestiyê qebûl dike. Divê hem gelê Îsraîlê hem jî yê Filîstînê dev ji rê û rêbazên şidetê berdin û ji bo peydekirina nêvengeke aştiyane tevbigerin û ji bo vê em ê heta dawiyê piştevaniya wan bikin. Em bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku divê dev ji polîtîkayên xwe yên provakatîf û çewisîner ên li dijî gelê Filîstînê berde. Ji bo naskirin û parastina mafên rewa yên gelê Filîstînê em bang li raya navnetewî dikin ku di vî warî de bertekên xwe nîşan bidin."