Xwestin çong bi wê bidin şikandin, lê wê got dê têkoşîn bidome 2017-07-22 09:16:31 MÊRSÎN - Endama Hînkeriya Zanîngeha Mêrsînê Alk. Doç. Dr. Esra Erguzeloglu Kîlîm, ji ber ku îmze avêtibû binê danezaya aştiyê, hatibû îxrackirin, doza ku ji bo vegere karê xwe vekiribû, qezenc kir. Kîlîm aşkera kir ku zanîngehê ji bo kongê li muxalîfan bitewîne, her tişt kiriye, lê got ku ew dê têkoşîna xwe dewam bikin. Endama Hînkeriya Fakulteya Zanyariya Îdarî û Îktîsatî ya Zanîngeha Mêrsînê Alk, Doç. Dr. Esra Erguzeloglu Kîlîm, yek ji wan akademîsyenên ku îmze avêtibû bin danezana aştiyê "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" û ji ber wê hatibû îxrackirin. Kîlîm doza vegere karê xwe vekiribû û doz qezenc kir. Rûniştina li 2'yemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrsînê hat dîtin de, ji bo bê tayînkirin û peymana wê bê dirêjkirin, pêwîstî bi 15 puana hebû, lê wê 135 puan bi dest xist. 'BI ZORÊ KARÊ MIN DAN RAWESTANDIN' Kîlîm biryara dozê nirxand û destnîşan kir ku wê di 23'yê Kanûna 2016'an de ji bo dema peymanê bê dirêjkirin, wê dosya û xebatên xwe yên akademîk bê kêmasî ragihandiye, lê dosyaya wê 3 caran hatiye îadekirin, her çendî 2 raporên erênî yên juriyan hebû jî lê dîsa jî rektoriya zanîngehê peymana wê dirêj nekiriye û karê wê bi dawîkiriye. Kîlîm got ku "Pêvajoya îxrackirina min jî bi zorê bû" û wiha axivî: "Du caran jurî hat avakirin. Xwestin weşanên min ji dosyayê derxin. Pişt re ji ber ku hincet nehat dîtin, bê hincet ez ji kar avêtim. Her çendî ez akademîsyeneke peywirdara cemaweriyê bûm jî wekî ku ez bi kargeheke taybet a hiqûqî re dixebitim, xebat hat kirin." 'KHKE XISTIN DEWRÊ' Kîlîm da zanîn ku ji ber ku di koma duyemîn a akademîsyenan ên îmze avêtin de cih digirt, der barê wê de lêpirsîn jî nehatiye dîtin, ji ber wê şansê vegera kar bi dest xistiye û wiha got: "Kesên ji kar derdixin, tu aliyên hiqûqî ya ji karderxistina wan tune, vê carê hincet hat guhertin û gotin ku gelo lêpirsîneke ji hêla mamoste û zanîngehê ve hatiye vekirin an na. Di hiqûqê de tu aliyê wê yê erênî tune. Vê carê zanîngehê bi rêya KHK'ê pêşî lê girt. Mînak akademîsyenê me mamoste Velî Mert di warê hiqûqî de mafdar hat dîtin. Lê ji ber KHK'ê nikre vegere karê xwe." DEST JÊ BERNEDA DOZ VEKIR Kîlîm diyar kir ku hikumetê li dijî koma yekemîn a îmze avêtine, helwesteke êrîşkar girtiye, li dijî koma duyemîn zêdetir di çarçoveya azadiya remanê û taybetiya zanyariyê de bertek daye nîşan û wiha pê de çû: "Li cihê ku ez bikevin nav parastineke wiha, min li dijî pêkanîna derveyê qanûnê doz vekir û min doz qezenc kir." Kîlîm aşkera kir ku zanîngehê xwestiye çongê bi wê bide şikandin, di vî warî de hemû pêkanînên derveyê qanûnê li dijî wan hatiye meşandin. Kîlîm herî dawî piştrast kir ku ev doz hêj neqediya ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta hemû hevalên min ên kar vegerin karê xwe, çi ji destê min bê ez dê bikim."