Ji Girtîgeha Erziromê 45 girtî hatin sewqkirin 2016-12-10 11:23:07 ERZIROM - Ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 45 girtiyên siyasî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatin kirin. Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê piştî sewqkirina 23 girtiyan, beriya hefteyekê 45 girtiyên din ên siyasî bêyî ku malbatên wan bên agahdarkirin sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatin kirin. Girtiyên ku bi riya telefonê bi malbatên xwe re axivîn agahiya sewqê bi malbatên xwe re parvekirin û ragihandin. Her wiha girtiyan dan zanîn ku di dema sewqê de pirtûk û nivîsên wan ji aliyê gardiyanan ve hatine desteserkirin û gelek pêwistiyên wan li Girtîgeha Tîpa F a Wanê nayên pêşwazîkirin.