Di salekê de 70 hezar kes li Tirkiye hatin girtin 2017-07-22 10:41:24 ENQERE - Li Tirkiye geşedanên li darazê pêş dikevin û biryarên piştî referandumuna 16'ê Nîsanê diyar dike ku daraz bi tevahî ketiye destê îktîdarê. Tenê di salek OHAL'ê de 70 hezar kes hatin girtin. Di serdema OHAL'ê de biryarên li dadgehê tên dayîn û rastiya darazê ya çiqas nêzî îktîdara AKP'ê bûye nîşan dide. Biryarên di salên 2016-2017 'an de li dadgehê hatin dayîn li gorî salên borî biryarên skandal in. Biryarên tên dayîn gotina "Şûrê edaletê" li hemberî kê liba dibe. Di pêvajoya OHAL'ê de li şûna HSYK, HSK hat avakirin. Piştî referanduma 16'ê Nîsanê Navê Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) wekî Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) hat guhertin. Endamê HSK’ê ji 22’an daxistin 13 kesan. Ji 13 endaman dê 7 Meclîs û 4 jî Serokomar hilbijêre. Biryara Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ya di referanduma 16'ê Nîsanê de bû mijara sereke. Ji ber ku YSK'ê dengên bê mohr qebûl kir û erênî derbas kir bawerî û edaleta saziya YSK'ê kir mijara nqaşan. Referandum YSK'ê 2,5 milyon dengên bê mohr erê qebûl kir û derbasdar qebûl kir. Piştî hewldanên darbeyê li gorî daneyên Wezareta Dadê 70 hezar mirov ji ber sedemên siyasî hatin girtin. Hêjmara girtiyên li girtîgehan derket 220 hezarî. Der barê 169 hezar û 13 kesan de karê edlî hat destpêkirin. 43 hezar û 439 kes bi şertê kontorla edlî hatin berdan. Bi giştî 91 hezar û 843 kes hatin darizandin. Di serdema OHAL'ê dê dema binçavkirinê derxistin 30 rojan. Piştî biryara HSYK'an, 4 hezar û 92 dadger û dozger ji doza FETO hatin îxrackirin. Jê 2 hezar û 431 kes hatin girtin. Di salekê de 370 rojnameger hatin binçavkirin û jê 119 rojnameger hatin girtin. Niha 170 rojnameger girtî ne. Di ve pêvajoyê de 10 parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin û jê 6 hatin girtin. Der barê 4 kesên din de jî dîsa biryara girtinê hat dayîn. Di vê pêvajoyê de Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş wekî "Terorîst" bi nav kir. Gelek caran li ser daxuyaniyên Serokê AKP'ê Erdogan û Serokwezîr Yildirim operasyon hatin lidarxistin û siyasetmedarên kurd hatin girtin. Ev nîşan dide ku daraz ketiye destê îktîdara AKP'ê. HERÎ ZÊDE LI DIJÎ HDP Û DBP'ê OPERASYON PÊK HATIN Di salek OHAL'ê de herî zêde li dijî HDP û DBP'ê operasyon pêk hatin. Di serdema OHAL'ê de Hevseroke Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş jî di navde 14 wekîlên HDP'ê hatin girtin. Niha 11 wekîlên HDP'ê girtî ne. Dîsa wekîlekî CHP’ê hat girtin. 28 Hevserokên HDP’ê yên Bajaran, 89 Hevserokên HDP'ê yên navçeyan, 780 rêveberên bajar û navçeyan, zêdeyî 5 hezar endamên HDP'ê girtî ne. Qeyûm tayînî 82 şaredariyên DBP'ê kirin û 85 hevşaredar hatin girtin. Hevserka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag 10 meh ceza kirin û piştre wekîltiya wê û endamtiya partiyê betal kirin. Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel bi 7 sal û 6 mehan ceza kirin. Wekîlên HDP'ê Abdullah Zeydan bi 8 salan, Besime Konca bi 2.5 salan, Îbrahim Ayhan bi Salek û 3 mehan ceza kirin. HDP'ê girtina wekîlên xwe birin Dadgeqa Qanûna Bingehîn, lê 7 meh derbas bû hêj Dadgehê tu bersîv nedaye Çalakvanên Konana Yukselê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên ji bo li karê xwe vegerin çalakî pêk anîn hatin girtin. Çalakiya kolana Yukselê didome. Doza Ethem Sarisuluk îsal jî berdewam kir û dadgehê der barê polîsê bersûcç Memuru Ahmet Şahbaz de salek û 4 meh û 20 roj ceza da û piştre ev ceza zîvirand 10 hezar û 100 lîra. Doza 5'ê Hezîrana 2015'an hat dîtin, lê hêj delîl nehatine komkirin. Doza komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an hat dîtin, lê hêj bi encam nebûye. Doza komkujiya Enqere ya 10'ê Cotmehê ku 101 kesan jiyana xwe ji dest da hat dîtiin, lê hêj bi encam nebûye. Dozên kujer nediyar ên "Doza sereke ya Musa Anter-JİTEMê" "Doza JÎTEM'ê ya Enqere" “Doza JÎTEM'ê ya Qoserê" ku di sala 2009'an de dest pê kir, di serdema OHAL'ê de berdewam kir. Di van dozan de bersûc Hamit Yildirim hat berdan. Disa doza JİTEM'a Qoserê û Doza JİTEM'a Kerboranê dosyayên wan kirin yek. Êrîşkarê Ayşegul Terzî Abdullah Çakıroglu 3 caran hat girtin û hat berdan, dîsa hat girtin. Di doza îstîsmara zayendî ya Pasûrê hat ditin û hat taloqkirin. Der barê dozê de qetexeya çapemeniyê anîn.