Polîsan bi ser Navenda Çanda Cegerxwîn de girtin 2016-12-10 11:25:36 AMED - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê kirin, polîsan serê sibê bi ser Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn de girtin û lêgerîn pêk anîn. Wezîrê Karên Hundir di 8’ê Kanûnê de qeyûm tayînî şaredariya Peyasê ya DBP’ê kirin. Piştî Qeymeqam Mustafa Kiliç wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, îro serê sibê polîsan bi ser Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn de girtin. Polîsan piştî bi ser navenda çandê de girtin, der û dorê wê bi maşîneyên zirxî pêçan û destûr nedan ku xwendekarên atolyeyên çandê têkevin hundirê navendê. Dorpêça polîsan a Navenda Çandê didome.