Bersûcê komkujiya Dêrikê Musa Çîtîl disa hat xelatkirin 2017-07-22 11:24:02 ENQERE – Wezareta Karê Derve Musa Çîtîl ê ku destê wî di xwîna kurdan de ye disa xelat kir û tayînî alîkariya Serfermandariya Giştî ya Cendermeyan kir. Biryarnameya tayînkirina ku Wezareta Karê Hûndir a ji bo Serfermandariya Giştî ya Cendermeyan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî vê Alîkarê Serfermandariya Giştî ya Cendermeyan Îbrahîm Yaşar û Tumgeneral Alî Ozkara dê ji 24’ê tîrmehê şûn ve teqewît bibin. Li gorî biryarnameyê 3 general, 14 albay û kesek rutbeya bilind hatin terfîkirin. Li gorî terfîbûnê Alî Çardakçi û Musa Çîtîl ji tumgeneraliyê bilindî korgeneraliyê hatin kirin. Her du nav jî tayînî Alîkariya Serfermandariya Giştî ya Cenderyan hatin kirin. Musa Çîtîl ku payeya wî carek din hat bilindkirin her tim navê wî di komkujiyê li dijî kurdan de tê nasîn û di rojevê de ye. BERPIRSÊ KOMKUJIYA DÊRIKÊ Çîtîl dema li navçeya Dêrika Mêrdînê Fermandarê Cendermeya Dêrikê bû di 1993 û 1994’an de tevlî gelek bûyerên tarî bûbû. Destê wî di kuştina 13 welatiyên li gundê Dêrikê hatin qetilkirin de heye. Çîtîl doza jê dihat darizandin ewil hat beratkirin û pişt re ji aliyê Şûreya Bilind a Leşkeriyê (YAŞ) ve hat terfîkirin û ew tayînî Fermandariya Cendermeyan a Herema Amedê hat kirin. Di 6’ê tebaxa 2015’an de wî kirin tümgeneral. Herî dawî jî Çîtîl kirin Alîkarê Serfermandariya Giştî ya Cendermeyan.