Cenazeyê karkerekî din hat dîtin 2016-12-10 11:53:38 SÊRT - Cenazeyê karkerekî din ê di bin hezanê ya Kana Madenê ya Şîrwana Sêrtê de mabû hat derxistin. Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê di 17ê Mijdarê de, di kana madenê de hezan pêk hatibû. Di hezanê de 16 karker di bin axê de mabûn. Heta niha cenazeyê 14 karkeran hatibûn derxistin. Hat diyarkirin ku cenazeyê karkarekî din hat derxistin. Lêgerîna cenazeyê karkarên ku di bin hezazê de maye didome.