Kêf kêfa zarokên Şengalê ye 2017-07-22 12:40:04 ŞENGAL - Ji dîrokê heta niha 73 ferman li dijî civaka êzidî pêk hat, herî dawî bi hêza parastina civakî re, ji nûve Şengal zindî dibe. Bajaroka Xanesorê cihê herî zêde kêfxweşî lê serwer e, parka zarokan e, ji fermanê re inad, zarok rûken in. Li ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê re 3 sal derbas bû. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de komkujiyek mezin li dijî civaka êzidî ya li Şengalê pêk hat, bi sed hezaran êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi kesên ji DAIŞ'ê rizgar bûn re, Şengal ji nûve li rojên xwe yên kêfxweş vedigere. Bajaroka Xanesorê ya Şengalê demekê di destê hovên DAIŞ'ê de ma, piştî ji hêla hêzên parastina civakî ve hat rizgarkirin, jiyan ji nûve tê hûnandin. Berî fermanê 40 hezar mirov li Xanesorê diman, niha 6 hezar kes li wir cih û war e. Qada herî lê kêfxweşî serdest e, parka zarokan e. Zarok ji ber germa rojê, bi roj di mal de ne, piştî roj diçe ava û hewa hênik dibe, zarok dertên parkê û bi dilgermî kêfa parkê derdixin. Li parka piçûk zarok dikevin dorê û bi kêfxweşî bi hev re dileyzin. Ken û kêfxweşiya zarokan ket ber objektîfa me... Wêne: Selamî Aslan