Di serdema OHAL'ê de li Dersimê 5 sivîl hatin qetilkirin 2017-07-22 13:37:52 DERSIM- Di êrîşa li gundê Hanê ya navçeya Qisleyê de Ercan Guneş jiyana xwe ji dest dabû, bi mirina Guneş re hejmara sivîlên li Dersimê hatin kuştin derket 5'an. Rewşa Awarte (OHAL) ya li welat hatiye îlankirin, salek li pey xwe hişt. Di saleke OHAL'ê de, li bajaren Kurdistanê bi dehan welatî hatin qetilkirin. Tenê li Dersimê 5 sivîl hatin qetilkirin. Sivîlên di vê serdemê de hatine qetilkirin, nav û dîroka qetilkirinê wiha ye: " * Di 1'ê Tebaxa 2016'an de li gundê Pakîre ya Xozatê, welatiyê bi navê Mesut Îlkbahar dema ji bo îmzeyê diçû qereqolê, leşkeran ew gulebaran kir û ew qetil kirin. Dozger biryara "Veşarî" da ser doza Îlkbahar, der barê kujeran de tu lêpirsîn neda destpêkirin. * Di 9'ê Tebaxa 2016'an de karkerên Turk Tekokomê bi zorê şandin herêma bombebaranê, karkerê bi navê Şukru Abay ji ber guleyeke ne diyar jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku hêzên dewletê bi gotinên wekî "Me hemû ewlehî girtiye. Li her derê tenê yekîneyên me yên taybet hene" bi zorê Abay şandine herêmê. * Di 6'ê Îlonê de li Qada Seyîd Riza maşîna leşkerî ya bi tîpa Kobra li pîrejina 71 salî Naciye Ozdemîr xist û Ozdemîr jiyana xwe ji dest da. Doza der barê bûyerê de dewam dike. * Leşkerên di 20'ê Îlonê de li Newala Munzurê operasyon da destpêkirin, ajovanê mînîbûsê yê bi navê Ersîn Demîr (28) bi guleyan qetil kirin. Dîsa li gundê Venkê Îrfan Top bi guleya leşkeran ji piyê xwe birîndar bû. * Berî 2 rojan jî li gundê Hanê ya navçeya Qisleyê welatiyê bi navê Ercan Guneş di êrîşa helîkopteran de hat qetilkirin.