Ayhan: Bi ruhê seferberiyê dê qezenc bikin 2017-07-22 15:40:20 RIHA- Parlamenterê HDP’a Rihayê Îbrahîm Ayhan di kongreya HDP'ê Karakopru de diyar kir ku Tirkiye di nava krîzekê de ye, li gel hemû êrîş û zilma heyî dê bi ruhê seferberiyê teqez serbikevin. Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a naçeya Karakopru ya Rihayê 2’yemîn Kongreya Asayî li avahiya partiyê pêk anî. Endamê Meclisa HDP’ê Ziya Çalişkan axaftina vekirinê kir. Çalişkan diyar kir ku dê bi kongreyê, têkoşîna wan mezintir bibe. Piştre Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku têkoşîn ne ji îro de hatiye destpêkirin û dê îro jî naqede. Ocalan anî ziman ku hemû zoriyên pêvajoyê dan ber çavan, heye gihan îro û wiha got: “Bi taybetî herêma Rihayê rastî êrîşan tê. Hevalên ku dibin van şert û mercande ev salon tije kirin, baş dizanin. Ev pêvajo, ne ew pêvajoye ku em di malên xwe de, dem der bas bikin.” Ocalan da zanîn ku di du salên borî de gelek komkujî pêk hatin û wiha axivî: “Komkujiya Pirsûs û doza Serêkaniyê nişan dide ku li ser Rihayê pêkanînên taybet hene. Li Riha lîstikên cuda hene. Ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, neynika hemû gelane. Heya em hemû komkujiyan ronî nekin têkoşîna me dê bidome. Dewlet bi tang û topên leşkerî bi ser me de tên. Lê vîna me ya bi hêz wan ditirsîne. Tu desthilatdar dê nekare me ji rêya me derxîne. ‘TEQEZ EM Ê QEZENC BIKIN’ Parlamenterê HDP’a Rihayê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku Tirkiye bi qrîzek nû re, rû bi rû ye û wiha axivî: “Bi hezaran kes ji kar hatin avêtin. Bi hezaran xistin girtîgehan. Di şexsê gelê kurd de dengê demokrasiyê xwestin qût bikin. Gelek bedel hatin dayîn. Ev têkoşîn ji vîr û pê de, dê hîn xurtir bê meşandin. Şîaraya me ya esasî serî ne tewandin. Niha di şert û mercên zor de em kongreya xwe lidardixwin. Li gel hemû neyêniya em dîsan liv irin. Bi ruhê serferberiyê em nêzî pêvajoyekê kongreyê dibin. Li dijî hemû zext û binpêkirina teqez em ê bi ser bikevin. Ev şîara meya esasiye.” Piştî axaftinan, Îrfan Karakeçîlî û Tuba Tîmurturkan bûn Hevserokê HDP’a Karakopru.