Xebatkarên TV 10 banga beşdariya doza Cumhuriyetê kirin 2017-07-22 15:45:30 STENBOL – Xebatkarên TV 10 a ku bi KHK’ê hat girtin di hefteya 42’emîn de çalakiya xwe dewam kirin û banga xwedîderketina doza xebatkarên Cumhuriyetê û beşdariya dozê kirin. Xebatkarên TV 10 a ku bi KHK’ê hatibû girtin nerazîbûna xwe li dijî girtina televîzyonê didomînin. Çalakiya TV 10 di hefteya 42’emîn de dîsa Qada Galatasarayê berdewam kir. Di çalakiyê de xebatkaran pankarta “Nikarin dengê elewiyan TV 10 bêdeng bikin” û dovizên “TV 10 wîcdanê elewiyan e nikarin bêdeng bikin”, “Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” hildan û dirûşmeya “Çapameniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin. Dayikên Şemiyê, Komela Hawîrdorê ya Munzurê, Komeleyên Elewiyên Demokratîk û gelek rojnamegeran destk da çalakiyê. BANGA DOZA CUMHURIYETÊ KIR Ewil Serokê Desteya Rêveberiya TV 10 Velî Buyukşahîn axivî û diyar kir ku êrîş û zordarî li dijî rojnamgeran dewam dike û banga tevlîbûna doza xebatkarên Cumhuriyetê ya ku dê roja duşemê bê dîtin li herkesî kir. ‘MIL BIDIN MILÊ HEV’ Piştî Buyukşahîn Sekreterê Giştî yê Rêxistina Elewiyên Ewropayê Servet Demîr jî axivî û êrîş û pêkutiyên li dijî muxalîfên li Tirkiyê şermezar kir û got ku ji bo ew li dijî van hemû zordestiyan bêjin na divê hemû dînamkên civakê mil bidin milê hevûdin. ‘MÎHRÎCAN A GEL E’ Herî dawî Serokwekîlê Komeleya Hawîrdorê ya Munzurê Alî Yildiz axivî û wiha got: “Demokrasiya heyî ya zaliman e. Qedexekirina Mîhrîcana Munzurê nayê qebûlkirin. Ev mîhrîcan a gel e. Em ê biserkevin û hûn ê winda bikin.”