ÎHD: OHAL'ê çarqat 12'ê Îlonê derbas kir 2017-07-22 16:06:56 ÎZMÎR - Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bi ilana OHAL'ê disa mekanizmaya darbeyê li Tirkiye ketiye meriyetê û wiha got: "Di pêvajoya OHAL'ê de binpêkirinên mafên mirovan qat bi qat ji yên darbeya serdema 12'ê ÎLonê derbas kir. Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmirê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin, di hefteya 391'an de çalakiya xwe li pêş Sumerbank a berê a Konakê pêk anîn. Di çalakiyê de pankartên "Ji OHAL û KHK'an re Na", "Ji ramanê re azadî, aştî hema niha!" û "Me Roboskî ji bîr nekir û em ji bîr nakin" vekirin û wêneyên kesên winda rakirin. Gelek nûnerên saziyên sivil tev li çalakiyê bûn. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, axivî û wiha got: "Komeleya me di serdema darbeya 12'ê Îlonê ku bi hezaran kes hatin windakirin kuştin û rastî îşkenceyê hatin hat avakirin. Di salên 90'an de gelek cînayetên kujer nediyar pêk hatin. Niha dîsa OHAL hatiye îlankirin. Di serdema OHAL'a niha de li gorî darbeya 12'ê Îlonê qat bi qat binpêkirina mafan zêde bûye. Dîsa gelek komkujî pêk hatin. Komeleya me dê dozê hemû komkujiyan bişopîne. Çiçek, herî dawî anî ziman ku têkoşîna wan a parastina mafên mirovan hin kesan aciz dike û ji ber ve yekê rêveberên wan hatin girtin. "Bi dehan caran şaxên komeleyên me hatin girtin. 22 endamên me ji aliyê kujer nediyaran ve hatin kuştin. Vedat Aydın, Metin Can û Hasan Kaya hatin kuştin. Em wan dîsa bibîr tînin. Di demên dawî de dîsa parazvanên mafên mirovan tên binçavkirin û girtin. Em bang li hikûmet û dewletê dikin ku bê hiqûqî zilmê pêş dixe, bê wîcdanî bê îtîbariyê pêş dixe û bê edaletîe jî rizandin û genîbûnê pêş dixe. Ger ku civak bi rengê xwe bi hevre nejî dibe biyaniyê hev. Wê demê êdî li vî welatî jiyan heram dibe. Mirov bi mafên xwe mirov e."