Li Dêrikê kesek hat binçavkirin 2017-07-22 17:27:04 MÊRDÎN - Xebatkarê Şaredariya Dêrikê Şerîf Tekin ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû avêtin, hat binçavkirin. Li Taxa Kulebe ya navçeya Dêrika Mêrdînê polîsan bi ser mala Şerîf Tekin ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû avêtin de girtin. Tekin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Sedema binçavkirin Tekin nehat zanîn.