Dozger nameya Ocalan a Newrozê jî delîla sûc hesiband! 2017-07-23 09:12:09 MANÎSA - Ji ber çalakiya Newroza 2015'an a li Manîsayê, der barê 20 kesî de doz hatibû vekirin. Di îdianameya ku hat amadekirin de nameya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ku tê de balê kişandibû ser "Ruhê Eşmeyê" wek delîla sûc hat hesibandin. Bi hinceta ku di sala 2015'an de li Manîsayê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne der barê 20 kesî de lêpirsşsn hatibû destpêkirin. Bi temamkirina lêpirsînê re îdianameya der barê 20 kesî de hat amadekirin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de her 20 kes jî bi "Propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin. JI BER KU NAMEYA OCALAN XWEND HAT TAWANBARKIRIN Ji van 20 kesên ku doz li wan hat vekirin yek jê jî Hatîce Aslan e. Bi hinceta ku peyama Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ku ji bo pîrozbahiyên Newroza 2015'an şand xwendiye bi "Propagandaya rêxistinê" hat tawanbarkirin. Dozgeriyê di îdianameyê de ji bo peyama ku ji aliyê parlementerên HDP'ê û endamên Heyeta Îmraliyê Sirri Surreya Onder û Pervîn Bûldan ve hat xwendin û ji aliyê gelek çapemeniyên netewî û navnetewî ve bi awayekî zindî hat weşandin îbareya "qaşo peyam" bi kar anî. Her wiha dozgeriyê diyar kir ku, ji bo daxistina posterê Ocalan ê li dikê hatibû daliqandin jî tu hewldan çênebûne.