Leşkeran şikefta mêşan da ber agir û hemû tişt şewitandin 2017-07-23 11:42:58 DERSIM - Leşkerên li navçeya Qisleya Dersimê derketin operasyonê, şikefta ku kel û pelên mêşan ên aydê Munzur Sunger tê de bûn, da ber agir. Welatiyê xwest agir vemirîne, leşkeran ew asteng kir. Li gundê Hanê ya navçeya Qisleya Dersimê ji bejahî û hewayî ve operasyona leşkerî berdewam dike, helîkopter herêmê didin ber bomban. Li gundê Hanê ajovanê bi navê Ercan Guneş hatibû qetilkirin, 2 welatî jî hatibûn binçavkirin. Malên welatiyan ji ber êrîşê zerar dîtibûn, gelekan dest ji gund berda û li gundê Pîrda Sûrê ya Pîlemuryeyê bi cih bûn. ŞIKEFTA MÊŞAN DAN BER AGIR Operasyona li gundê Dizikê berdewam dike, welatiyê bi navê Munzur Sunger ê li vê herêmê bi karê hingivî re eleqedar e, leşkeran şikefta wî ya ku wekî kîler bi kar tanî da ber agir. Hat gotin qasî 100 qovanên mêşan, makîna parzunkirina hingivê, makîna ku hingiv têde tê rawestandin hemû di şikeftê de bûye û leşkeran bi tevahî şewitandine. LEŞKERAN GULE BARAND Sunger da zanîn ku piştî wî dît ku şewat di kîlerê de derketiye, wî xwestiye agir vemirîne û wiha got: "Ez ber bi kîlerê ve revîm, leşkerek ji maşîna zirxî peya bû û du gule berdan hewa. Ez li cihê xwe rawestiyam û min tiştek nekir, temê min şewat temaşe kir." MENA TÊN BIKARANÎN Sunger destnîşan kir ku ew bi mêşan debara xwe dike, hemû alavên wî li ber çavê wî hatine şewitandin, wî tenê li vê rewşê temaşe kiriye û wiha pê de çû: "Dema leşker ji herêmê veqetiyan, min bi satilan av li agir kir, lê kel û pelên mayî tev şewitî û nema tên bikaranîn."