Zarokê di teqînê de birîndar bû rewşa wî baş e 2017-07-23 13:07:22 COLEMÊRG - Li Geverê zarokê 10 slî Erdal Çîftçî amûra li erdê dît teqiya bû û ji ling û pişta xwe birîndar bûbû, piştî dermnkirinê rewşa Çîftçî ber bi başbûnê ve diçe. Li taxa Gungorê ya navçeya Gevera Colemêrgê di 1'ê Tîrmehê de zarokê 10 salî Erdal Çîftçî amûrek li erdê dîtibû piştî teqînê, zarokê 10 salî ji ling û pişta xwe birîndar bûbû, rewşa Çîftçî baş e. Roja Çîftçî birîndar bû, ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û piştî mudaxaleya yekemîn ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colêmêrgê kiribûn û li vir jî şandibûn Nexweşxaneya Zanîngeha Amedê. Malbata Çîftçî da zanîn ku bijîşkan ji wan re gotiye ku ew dê rojekî şûn de zarokê wan tabûrcî bikin, lê piştî Erdal Çîftçî got ku "Ez lingê xwe hîs nakim", dermankirina wî berdewam kiriye û ew şandine Colemêrgê û li vir tê parastin. Malbatê aşkera kir ku bişîşkên li Colemêrgê diyar kirine ku heke 4 saetan dereng bibirana nexweşxaneyê, dê jiyana xwe ji dest bida, di 3'yê Tîrmehê de şandine amedê û li vir hatiye dermankirin. Çîftçî li Amedê ji ling û pişta xwe emelyat bû di 17'ê Tîrmehê de şandin Geverê.