Tê payîn ku Erden sibê derxîn dozgeriyê 2017-07-23 13:13:11 RIHA – Tê payîn ku xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Zekî Erdem ku bi îdiya der barê wî de ixbar heye, hat binçavkirin, dê sibe sewqî dozgeriyê bikin. Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Zekî Erden di 11'ê Tîrmehê de dema ji Edeneyê dihat Amedê li ser îxbareke bi îdîaya “Dibe ku çalakî bike û li ser wî belgeyên rêxistinê hene” hat biçavakirin. Li gel îfadeya Erden ya li Miduryetê hat girtin jî sewqî dozger nehat kirin. Erden 13 roj e di bin çavan deye, li bendê ye ku sibe wî sewqî dozgeriyê bikin. Xebatkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojava Medya Mehmet Emîn Yilmaz jî di 13’ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat binçavkirin, 11 roj e dibin çavan de ye. Li bendê yê lêpirsîna wî bê temamkirin. Rojnameger li Salona Sporê ya Lîseya Sabîha Ozlek ku wekî navenda binçavkirinan tê bikaranîn, tên ragirtin.