HDP: Dixwazin muxalefetê bêdeng bikin 2017-07-23 13:45:47 ENQERE - Guhertina tuzuka navxweyî ya di komîsyonê de hat guhertin, HDP'ê şerh danî û aşkera kir ku ev pêşnîyar bêdengkirina muxalîfan e û wiha got: "Hişmendiyeke ku yek dengiyê esas digire dê neyê qebûlkirin." Piştî tuzuka navxweyî di Komîsyona Makeqanûnê de hat qebûlkirin û anîn Lijneya Giştî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şer danî. Şerha muxalefetê ya di komîsyonê de hat parvekirin û pêşniyarê Serokê Komîsyonê hat kirin, her roja ku derbas dibe Meclis tê bêbandorkirin û tê gotin ku raye û peywir ji holê tên rakirin. Di pêvajoya ku hevserokên HDP'ê û gelek wekîl di girtîgehê de ne, bi lez û bez pêşniyarek anîn Meclisê û ev yek bi xwe re hin qanûnên bi zorê tîne. Di şerha 17 rûpelî ya muxalefetê de hat gotin ku: “Li ser daxuyaniyên Erdogn, bi telaşeke mezin hin guhertin hatine kirin, xebatên komîsyonê jî bi heman lezê berdewam kiriye. Di pêşniyarê de gelek pênaseyên li dijî Makeqanûn û tuzuka navxweyî cih digirin. Bi taybetî guhertinên di xalên wekî 14, 15 û 16'an de, hin guhertinên ku derdikevin pêşiya me ne. Bi vê guhertinê re destnedana kursî ya bi makeqanûnê hatiye parastin û mafê xwe îfadekirinê ji holê tê rakirin. Bi vê jî armanc dikin ku muxalefetê bê deng bikin û civakê ji hev bidin dûrxistin."