Polîsan kesên nîşaneya serkeftinê rakirin binçav kirin 2017-07-23 22:20:57 STENBOL - Polîsan li Stenbolê 5 kesên di dawetê de nîşana serkeftinê rakirin binçav kirin. Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê 5 kesên di karwana dawetê de nîşana serkeftinê rakirin hatin binçavkirin. Polîsan bi hinceta di maşînê de nîşana serkeftinê kirine û propaganda rêxistinê kirine 5 kes binçav kirin. Polîsan berbûk Dilek Encu, Halide Encu, Semire Alman, Sinan Alman û Hediye Alman bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" binçav kirin û birin Navenda Polîsan a Gaziyê.