'Dunya ji kesên destan dişkîne re namîne' 2017-07-23 22:33:35 STENBOL – Hevparên Platformê yên li Kadikoyê kom bûn, êrîşa polîsan a li dijî çalakgerên li Enqere piştgirî dan çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça, şermezar kirin. Nivîskar Temel Demirer, diyar kir ku dunya ji kesên zilmê dikin û destan dişkîne re namîne. Çalakiya grevê ya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça di roja 137'an de didome. Endamên Platforma Piştevaniyê yên îro dîsa li kolana Yukselê piştgirî dan çalakiyê rastî êrîşa polisan hatin û gelek kes hatin binçavkirin. Endamê Platforma Piştevaniyê, li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoya Stenbolê kom bûn, êrîşa polîsan şermezar kirin. Hevparên Platformê pankarta “Bila daxwazên Nuriye û Semih bên qebûl kirin" vekirin û wêneyên Gulmen û Ozakça rakikirin. Komê bê navber siloganên "Bijî piştevaniya şoreşger", “Nuriye, Semih rûmeta me ne" û “Dê KHK biçin em dê bimînin" berz kirin. Li qada ku gelek polîs li dora çalakgeran kom bûn, welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Prz. Oya Aslan li vir axivî û diyar kir ku Wezareta Karên Hundir pirtûkek weşandiye û Nuriye Gulmen û Semih Ozakça wekî endama rêxistinê îlan kirine û wiha got: "Ev li dijî aqilan e û nayê qebûl kirin. EV CÎHAN JI WAN RE NAMÎNE Nivîskar Temel Demirer, jî axivî û diyar kir ku dunya ji kesên zilmê dikin û destan dişkîne re namîne. Demirer bang li polisên derdorê kir û got: "Di rêziknameya polisan de dest şikandin tune ye. Hişyarî û mudaxaleyên tedbîrî hene. Lê dest şikandin tune ye. Ez bang li dozgeran jî dikim ku polîsê dest şikandiye bê darizandin. Dozgerên ku lêpirsînê venekin jî sûc dikin." Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) prz. Gorgun Danacı, jî anî ziman ku kesên ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça ji aliyê polisan ve hatine asteng kirin û yên çûn Enqere jî ratî tundiya polîsên AKP'ê hatine. Gorgun, anî ziman ku terora polîsên AKP'ê ji neçariya iktdara AKP'ê ye Çalakgeran xwestin Nûriye û Semih bên berdan.