Platforma Bêdeng Nebe bi nûnerên saziyên çapemeniyê yên hatin girtin re civiya 2016-12-10 14:40:42 AMED - Platforma Bêdeng Nebe ya ji hunermend, rojnameger, rewşenbîr û nivîskaran pêk tê li Amedê nûnerên saziyên çapemeniyê û televîzyonên ku bi KHK'ê ve hatin girtin re civiya. Platforma Bêdeng Nebe ya ku ji gelek dengên cuda yên di bin banê Platforma Rojnamegeriya Serbixwe ya P24 de hatiye avakirin bi gelek hunermend, rewşenbîr, rojnameger û nivîskaran ve li Amedê hat cem hev. Heyet li DÎES Otelê bi nûnerên saziyên çapemeniyê û televîzyonên ku bi KHK'ê ve hatine girtin re civîya û nîqaşên girîng kirin. Hevdîtin bi çapemeniya re girtî pêk hat û hate gotin ku encamname dê rojên pêş bê parvekirin.