Qeyûm avê, DEDAŞ jî ceyranê nade Nisêbîniyan 2017-07-24 09:03:09 MÊRDÎN – Qeyûm bi nedana avê, DEDAŞ jî bi nedana ceyranê welatiyên Nisêbinê ceza dike. Li navçeya Nisêbinê ku tîna germê digêje 50 pîleyan welatî li dijî bêavî û ceyranê di ber xwe didin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera 14’ê Adar û 25’ê Tîrmeha 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Hêzên leşkerî û polîsan bi tang û topan êrîşî taxan kiribûn û 6 taxên Nisêbînê xera kiribûn. Welatiyên ku xaniyê wan hatin xerakirin neçar man koçî taxên din bikin. Welatiyên ku qedexe ji ser taxê wan rabûn jî niha ji aliyê Qeyûmê û DEDAŞ'ê ve bi av û ceyranê tên cezakirin. Qeyûmê Nisêbînê welatiyan bi avê û DADAŞ jî welatiyan bi ceyranê ceza dikin. Welatiyên li Nisêbinê bê av û bê ceyran dijîn, li dijî tunebûna avê û tunebûna ceyranê di ber xwe didin. Navçeya ku tîna germahiyê digêje 50 pîleyan pirsgirêka av û ceyranê wan bêzar dikin. Rayedar bi hinceta “nûkirina binesaziyê” zêdetirî 2 meh in her roj ceyrana welatiyan qut dibe. Hin caran rojek temamî av û ceyran qut dibe. Ji ber xebatên li tevahiya bajêr hemwext hatiye destpêkirin herî zêde esnaf pê bandor dibin. BI KÊFÎ BI HEZARAN TL CEZA LI ESNAFAN DIBIRIN Ligel nedayîna ceyranê jî komên girêdayî Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceyranê ya Dicleyê (DEDAŞ) di demên dawîn de bi hezaran TL ceza li mal û esnafan dibirin. Cezayên ku zêdehî bi hinceta “ceyrana qaçax” tê birîn de gelek caran wek hincet “we saetê kevn guherandiye” û “di avahiyê de malek ceyrana qaçax bikartîne” tê nîşandan. Welatiyên navçeyê ku bertekê nîşanî rewşê didin êdî hem ji ber van cezayên li wan tê birîn hem jî qutkirina ceyranê bêzar bûn. BERÊ XERA KIRIN NIHA JÎ AV QUT KIRIN Ligel pirsgirêka ceyranê yek ji pirsgirêkên herî mezin a navçeyê jî ava qirêj e. Bi taybetî piştî tayînkirin qayyûm di serî de li taxên Dicle, Firat, Zeynel Abidin, Kişla, Abdulkadirpaşa û Yenîşehîrê temamî av hat qutkirin. Li taxên din jî bi awayek hemwext hemû rê hatin kolandin û kanalîzyona bajêr hat xirabkirin. Ji ber her der hatiye kolandin hemû kolan di nava tozê de ye. Ji ber kanal û şebekeyên avê hatin xerakirin av qut dibe. Hava diherike jî tije gemar dibe. ‘JI BO MEXDÛR BIKIN HER TIŞTÎ DIKIN’ Esnaf Firat Dogan diyar kir ku gelek caran ceyrana wan qet nîn û ji ber voltaja bilind jî hemû amûrên wan zirarê dibînin. Dogan destnîşan kir ku ligel vê yekê jê re bi hinceta “saet hatiye guhertin” Hezar û 500 TL ceza hatiye birîn û wiha axivî: “Ji bo mexdûr bikin çi ji dest wan tê dikin. Ez nizanim ev ceza ji ber çi hatiye. Hinceta nîşan dane jî ne hincet e.” ‘AVA HEYÎ JÎ QIRÊJ E’ Keyayê taxa Zeynel Abidin Xurşit Elçioglu diyar kir ku piştî bajêr xirab bû av qut dibe û dema tê jî nagihêje qata duyemîn. Elçioglu anî ziman ku ava diherike jî qirêj e û wiha axivî: “Ji ber wê zarokên me virikî dibin. Zarokê min bixwe nexweş ket.” Elçîoglu bal kişand ser faturayên îsal ji gel re tê û wiha got: “Par dema qedexeyê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê gazî me kir û got ‘em ê pereyê demê qedexeyê ji we negirin’. Lê niha piştî kayum hat fatureyên demê qedexeyê jî ji gel re hat. Ev gelê ji ber qedexeyê mexdur buyî niha fatureyek 200-600 TL jêre tê. Divê mexduriya gel li ber çavan bigirin.”