Zorê li jinên Moritanya dikin ku qelew bibin 2017-07-24 09:03:23 STENBOL - Li cîhanê diyeta ji bo "normên xweşikbûnê" ya bi zayendiya civakî tê teşekirin her diçe zêde dibe. Li welatê Moritanya jî zor li jinan tê kirin ku li gorî kevneşopiya “Gavage” tev bigerin û qelew bibin. Li piraniya welatên cîhanê ji bo "normên xweşikbûnê" diyata ku li gorî zayenda civakî tê teşekirin her ku diçe zêde dibe. Têgeha "xweşikbûnê" ku li gorî feraseta kapitalizmê pêş dikeve her çend mijara rexneyê ye jî li cîhanê "Norma xweşikbûnê" diyet her ku diçe belav dibe. Li dijî gelek welatên cîhanê li Moritanya jî dijberî diyetê qelewbûn tê spartin. Li welatê navbera Sahra û Senegalê li Moritanya ji jinan tê xwestin ku dijberî diyetê li gorî kevneşopiya Gavage ya qelewbûnê tev bigerin. Li gelek welatên cîhanê li ser feraseta kapîtalizmê ji jinan tê xwxestin ku “bejin zirav" “bejn û bala li hev" bin. Li welatê Moritanya jî jinan tê xwestin ku li gorî çanda "Gavage" qelew bin. Li vi welatî şertê zewacê 60 û jora 60 kîlo ye. Kêmtirî 60 kîloyî wekî astengiya li pêş zewacê tê dîtin. Li Moritanya jina qelew bi şens û xweşik tê hesibandin. Jina zeif jî wekî ji malbata xizanan tê hesibandin û zor lê tê kirin ku zêde bixwe da ku qelew bibe. Ji bo jin qelew bibin bêtir tê xwestin ku şîrê deve, rûnê zeytûnan, goştê bizinan bixwin. Ev çanda xwarinê ji kevneşopiya ''Gavage' ku qaz ji bo kedîkirinê tên xwedî kirin pêş ketiye. Qazên ku ji bo xwarinê tên xwedîkirin ji asta beriya serjêkirinê re Gavage tê gotin.