Rençberan îsotên xwe di serayan de şewitandin 2017-07-24 09:03:40 ANTALYA - Rençberên îsotan yên Antalya bi tonan îsot di serayan de bê nefes hiştin û rewiqandin (şewitandin). Ji ber îsot di serayan de bê bêhn û okjîjen man tev rewiqîn û hişk bûn. Rençberên Antalya yên îsot di serayan de çandine, ji ber germaya zêde ya serayan, hemû îsotên xwe bê bêhn û oksîjen hiştin û rewiqandin. Rençberên herêma Kumluca ên ku îsot di serayan de çandine, ji ber germaya serayan a zêde tev di lemên îsotan de dehişk û reş kirin. Rençberên ku kîloya îsotan bi 3 TL difirotin, piştî di serayan de reş bûn êdî nayên firotin. Seravan Engin Kaya, diyar kir ku 12 salin rençberiyê dike û wiha got: "Di 12 salan de heta niha min germahiya wisa zêde nedîtibû. Îsotên ku lêçûna wan zêde ji ber germaya zêde ya serayan tev di destê me de man. Me kedek mezin da wan. Lê ji ber ku di serayê de xera bû keda me tev bi erdê de teqiya. Rençber Murat Çetîn jî anî ziman ku li ser 20 dolim zevî di serayan de isot çandine û ji ber germaya zêde îsotên wan tev hişk bûn û şewitîn. Çetin, anî ziman ku heta îsotan mezin dike kedek mezin û lêçûnek zêde li wan xerç dike û ji ber îsot şewitîn zerara wî pir zêde ye. Çetîn, destnîşan kir ku gelek zerar kiriye û niha difikire dê çawa zerara xwe pêşwazî bike.