Xwekuj li Idlibê 12 kes kuştin 2017-07-24 09:06:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwekujekî li bajarê Idlibê ya Sûriyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşeke xwekujiyê pêkhat, di encama êrîşa xwekujiyê de 12 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndarin. Li gorî çavkaniyên herêmê li bajarê Idlibê ya Sûriyê êrîşeke xwekujiyê pêkhatiye û di êrîşa xwekujiyê de 12 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku li dijî ekîbên tendûristiyê ku dixwestin biçin herêmê û birîndaran rakin nexweşxaneyê jî rû be rûyê êrîşeke çekdarî hatine.