Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin, 57 ji wan hatin berdan 2017-07-24 10:45:03 ENQERE – Gelek kesên li Enqereyê ji bo Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen çalakî pêk anîn, di êrîşa polîsan de 72 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 57 kes serbest hatin berdan. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 138 roj e berdewam dike, bi sedan kes ji bo xwedî li kedkaran derkevin li Guvenparka Enqeryê li hev civiyan û gotin "Em karê xwe dixwazin." Lê polîsan êrîşê girseyê kir, 72 kes hatin binçavkirin. Polîsan milê çalakvan Zeynep Danaci şikandin û îşkenceyê di muayeneya tenduristiyê de jî dewam kir. Gelek kesên ji bo muayeneyê birin Neweşxaneya Dewletê ya Gazî Mustafa Kemal a Enqereyê, destê wan ji pişt ve hat kelepçekirin û bi erdê re kaş kirin. 57 KES SERBEST BERDAN Kesên di êrîşê de hatin binçavkirin, 57 kes serbest hatin berdan. Kedkara berxwedêr Nazîfe Onay û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî di nav de, 15 kes hêj li TEM'ê tên ragirtin. Kesên duh bişev ve li Şaxa TEM'ê tên ragirtin navên wan wiha ne: Nazîfe Onay, Prz. Barkin Tîmtîk, Prz. Ebru Tîmtîk, Prz. Aysegul Çagatay, Saniye Erenler, Sîbel Goktaş, Nursel Guvendîr, Fatma Kiliçaslan, Tulay Korkutan, Buket Yilmaz, Kenan Akbaba, Celal Erturk, Engîn Karataş, Îlhan Kaya û Tayfun Yildirim.