Atiye Eren a HDP’yî hat binçavkirin 2017-07-24 12:38:33 AMED – Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Atiye Eren li otogara Amedê hat binçavkirin. Endama MYK’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Atiye Eren li otogara Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Atiye ya ku sedema binçavkirina wê ne hat hînbûn birin emniyetê. Eren di 24'ê Cotmeha 2016'an de jî hatibû girtin, di rûniştina yekemîn a 16'ê Sibata 2017'an de hatibû tahliyekirin.