DTO'yê binçavkirina bijîşkan şermezar kir 2017-07-24 13:47:36 AMED – Odeya Tabîban a Amedê (DTO) bertek nîşanî binçavkirina 12 bijîşkên li Amedê di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin da û xwest kesên hatine binçavkirin demil dest serbest bên erdan. Di lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 19'ê Tîrmehê de li Amedê gelek kes hatin binçavkirin. Zêdehiyên wan bijîşk û perwerdekar, bi giştî 12 kes hatin binçavkirin. Odeya Tabîban a Amedê (DTO) bertek nîşanî binçavkirina bijîşkan da û xwest demildest serbest bên berdan. Di daxuyaniyê de binçavkirina bijîşkan hat şermezarkirin û ev tişt hat gotin: "Serokên Odeya Tabîban a Amedê yê berê Dr. Selçuk Mizrakli, Dr. Şemsettîn Koç û Dr. Necdet Îpekyuz, Seroka Şaxa SES’a Amedê ya berê Hulya Alokmen Uyanik, Endama Dîwana Serokatiya KCD’ê Salîha Aydenîz, Endamên Komîsyona Tenduristiyê yên KCD’ê Zohre Taş û Erdal Balsak, mamoste Sadrettîn Kaya, Prof. Dr. Îrfan Açikgoz, Dr. Osman Dogan, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Giştî ya Egîtin Senê Ebru Yîgît û xebatkarê KCD Firat Tursun li Amedê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, heman şevê Dr. Nejdet Îpekyuz ji ber pirsgirêkên tenduristiyê serbest hat berda. Dr. Şemsettîk Koç, mamosteya teqewîtbûyî Zohre Taş, Salîha Aydenîz di 21'ê Tîrmehê de bi îdiaya 'Endamên rêxistinê ne' hatin girtin." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku "Em girtina bijîşkan qebûl nakin" û xwestin demildest bijîşk serbest bên berdan. 5 KES DI BIN ÇAVAN DE NE Ji hêla din ve hêj bijîşkên bi navê Dr. Selçuk Mizrakli, Dr. Osman Dogan, Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Giştî ya Egîtim Senê Ebru Yîgît, xebatkarê KCD'ê Firat Tursun û Prof. Dr. Îrfan Açikgoz hêj di bin çavan de ne, tê payîn ku wan derxin edliyeyê.