Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê: Em Pêngava Duyem a Pêngava Xezeba Firatê didin destpêkirin 2016-12-10 15:21:47 NAVENDA NÛÇEYAN: Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmet têkîldarî armanca pêngavê ya ku wê rojavayê Reqayê ji çeteyan paqij bike û bajêr dorpêç bike, daxuyanî da. Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmet têkîldarî armanca pêngavê ya ku wê rojavayê Reqayê ji çeteyan paqij bike û bajêr dorpêç bike, daxuyanî da. Diyar kir ku piştî bajar bê rizgarkirin wê rêveberiya sivîl ji hêla gelê Reqayê bê îcrakirin. Ehmed a ku daxuyanî xwend, ragihand ku wê rojavayê bajarê Reqayê di çarçoveya vê hemleyê de ji çeteyan bê paqijkirin û bajar bê dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ¨Pêngava yekem a hemleya Xezeba Firatê serkeftî bi dawî bû. Di vê pêngavê de, 700 km2 û bi dehan gund, bajarok û riyên stratejîk hatin rizgarkirin. Her wiha li gundewarên bakurê Reqayê jî xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin. Hêzên me korîdorên bi ewle vekirin û bi hezaran sivîl rizgar kirin. Di civîna dawî ya Meclîsa Leşkerî ya Hêzên QSD'ê de biryar hat girtin ku di pêngava duyem a hemleya Xezeba Firatê de, tevahî gundewarên rojavayê Reqayê werin rizgarkirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku hemleya Xezeba Firatê berfireh dibe û gelek hêzên şoreşger 'Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, Hêzên Nexbe yên girêdayî Şepêla Sibe ya Sûrî û Lîwa Siwar EL-Reqa' her wiha hezar û 500 ciwanên Reqayê, beşdarî hemleyê bûn û ji aliyê hêzên Koalisyona navneteweyî ve hatin perwerdekirin. Em bi Koalisyona navneteweyî re bi awayekî aktîf di nava kordîneyekê de ne. Em ê di pêngava duyem de kordîneya xwe xurtir bikin ku teror bin bikeve. Berpirsyariya rizgarkirin û parastina Reqayê li ser ciwanên wê yên ku beşdarî hemleyê bûne, dikeve. Piştî rizgarkirina bajêr, wê bajar ji aliyê Rêveberiyeke sivîl (ku hemû pêkhateyên bajêr cihê xwe di nav de digirin) were birêvebirin. Em bang li şêniyên bajar û gundewarên Reqayê dikin ku ji bo rewşa ewlekariyê li gorî biryarên hêzên me tevbigerin. Em spasiya şêniyên Reqayê û rûspiyên eşîreyên herêmê dikin ku di pêngava yekem a hemleyê de piştgiriya me kirin. Banga me ji ciwanên herêmê re heye ku beşdarî çeperên berxwedanê bibin ku bajarê xwe ji terora DAIŞ'ê rizgar bikin.¨